Nêçîrvan Barzanî salvegera 51’emîn a damezirandina YNK’ê pîroz kir

Nûçe

🔴 Bi boneya salvegera 51’emîn a damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), serkirde û aliyên siyasî, peyamên pîrozbahiyê weşandin. Di peyaman de giringiya diyalogê û parastina destkeftiyên destûrî, hatin tekezkirin.

51 sal di ser damezirandina Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re derbas bû.

Bi boneya salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), çend alî û kesayetiyên siyasî peyamên pîrozbahiyê şandin.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li endam û alîgirên YNK’ê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka xebata YNK’ê û rola serokê berê Celal Talebanî.

Barzanî her wiha bal kişand ser rewşa niha ya li Başûrê Kurdistanê û daxwaza hevkariyê kir.

“Ji her demê zêdetir pêwîstiya hemû hêz û aliyên siyasî bi berpirsyariya hevbeş û karkirina bi hev re heye.

Da ku em pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

KCK: YNK di hewldanên çareseriya pirsa kurdî de xwedî rol e

Komeleya Civaka Kurdistan KCK’ê jî bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina YNK’ê pîroz kir.

KCK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku YNK’ê di qonaxên cuda yên dîroka Başûrê Kurdistanê de li dijî rêjîma Baasê rolek lîstiye û wiha got:

“YNK bi pêşengiya Mam Celal Talebanî, di hewldanên çareseriya aştiyane ya pirsa Kurdî de xwedî rol û bandoreke mezin bûye.

Ev mîrata dîrokî nîşan dide ku îro hîn zêdetir pêwîstiya me bi xebat û têkoşîna ji bo yekîtiya neteweyî heye.”

Di daxuyaniyê de behsa peywendiyên dîrokî yên di navbera Celal Talebanî, Abdullah Ocalan û Îbrahîm Ehmed de hat kirin û hat diyarkirin ku ev têkiliyên berê ji bo nêzîkbûna aliyên Kurdî girîng in.

Serokkomarê Îraqê: Mam Celal çanda diyalogê xurt kir

Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî jî peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de diyar kir ku YNK’ê di dîroka siyasî ya Îraqê de xwedî bandor e.

Serokkomar rola Celal Talebanî ya di avakirina pergala federal û piralî ya Îraqê de bi bîr anî û wiha got:

“YNK zêdetirî pêncî salî ye hêzeke neteweyî ya pêşeng e ku bi bandor beşdarî parastina mafên gel û nirxên demokrasiyê bûye.

Rola serok Mam Celal çanda diyalog û lihevkirinê di navbera pêkhateyên cuda yên Îraqê de xurt kir.”

Di 1’ê meha hezîrana sala 1975’an de li Berlînê bi awayekî fermî damezirandina Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hat ragihandin û biryar hatiye dayîn ku 1’ê hezîranê weke salvegera damezirandina Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê were diyarkirin.

 

/çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir
Medyaya Îranê: Dan û standinên bi Amerîkayê re hatin rawestandin

Nûçeyên Sereke