PSG û Arsenal wê îro saet 19`an werin beramberî hev

CîhanNûçe

🔴 Perdeya Lîga Şampyonan li Budapeşteyê tê girtin, PSG û Arsenal wê îro êvarê werin beramberî hev.

Fînala Lîga Şampyonan a UEFA’yê wê li paytexta Macaristan, Budapeştê were lîstin.

Îro êvarê saet di 19:00`an de li Puskas Arena dê PSG û Arsenal werin hemberî hev.

PSG, duyemîn şampiyoniya xwe ya Lîga Şampiyonan a li pey hev digire.

Tîma PSG’yê, ku di dîroka xwe de ev cara sêyemîn e beşdarî fînalê dibe

Fînala Lîga Şampiyonan a UEFA’yê 2020’an li hemberî tîma Almanya Bayern Munichê bi 1-0 winda kir.

Di sezona borî de, li hemberî tîma Inter Milanê bi encama 5-0 qezenc kir û Kûpa hilda.

PSG armanc dike ku vê sezonê cara duyemîn kûpayê bi dest bixe.

Arsenal dixwaze xeyalê xwe yê Lîga Şampyonan bi cih bîne

Piştî ku şampyoniya Lîga Premierê bi dest xist, Arsenal niha ji bo yekem kûpaya Lîga Şampiyonan a UEFAyê şer dike.

Di bin serokatiya rehêner Mikel Arteta de, Arsenal piştî 22 salan Lîga Premiere qezenc kir.

Arsenal vê sezone dixwaze xeyalê xwe yê Lîga Şampiyonan bi cih bîne.

Piştî ku di sala 2006’an de di yekem fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de bi 2-1 li hemberî Barcelonayê têk çû, Arsenal armanc dike ku vê carê kûpayê hilde.

Tîma Îngilîzî di 14 maçên Lîga Şampyonan de, îsal ti têkçûn nedîtiye.

/nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir
Hişyariyeke hevpar a li ser Tengava Hurmizê: Krîza petrolê li ber derî ye

Nûçeyên Sereke