NÛPEL – Geliyê Mûzirî yê li navçeya Pulûrê ya parêzgeha Dersîmê, di bêhnvedana Cejna Qurbanê de bi geştyaran tijî bûye. Geliyê Mûzirî bi xwezaya xwe ya xweşik bala geştyaran dikişîne û her sal bi hezaran geştyarên navxweyî û biyanî serdana wê derê dikin.
Geştyar Mahmut Geçîcî li ser bedewiya herêmê got:
“Ez ji Qerejdaxa Amedê têm. Em ji bo dîtina Mûzir Bawa hatin Pulûrê. Cihê ku em lê ne gelekî xweş e. Av û çiyayên wê gelekî bedew in. Divê malbat werin û vê derê bibînin.”
Geştyar jiyana kovî jî ji nêzîk ve dibînin û dîmenên pezkovî û karxezalan dikişînin.
“Hem xweş e hem jî bîranîn hene”
Geştyar Hande Çevîkê anî ziman ku ew ji Eskîşehîrê hatiye û wiha berdewam kir:
“Hevalên me yên Dersîmî hene, em bi wan re hatin vê derê. Xwezayeke wê ya bedew heye, ji her derê av diherike. Li pişt me jî karxezal hene, lê li vê axê zilm jî hatiye kirin. Hevalên me nîşan da û li ser komkujiyê peyivîn. Ji aliyekî ve pir xweş e, lê ji aliyekî ve jî bîranînên xemgîn hene.”
Geştyar her wiha diçin serdana cihên olî û pîroz ên Elewiyan jî.
“Em mest bûn”
Geştyar Denîz Kuyuca diyar kir ku ew ji Enqereyê hatiye û da zanîn:
“Bi rastî pir xweş e, min pir eciband. Min di jiyana xwe de cara ewil karxezal dîtin. Min xweza û erdnîgariya wê pir eciband. Em mest bûn.”
Geliyê Mûzirî, li herêmê qada herî dewlemend a jiyana kovî ye. Parka Neteweyî ya Geliyê Mûzirî li ser 42 hezar hektar erdî ye. Ev park mazûvaniya bi dehan cureyên ajelên kovî yên wekî pezkovî, karxezal, piling, beraz, gur û kewan dike.
(Çavkanî: Rûdaw)










