NÛPEL – Li navçeya Tûşba ya ser bi parêzgeha Wanê ve bi mezinahiya 3.8’an erdhejek pêk hat.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku li navçeya Tûşba ya Wanê erdhejek bi mezinahiya 3.8’an çêbûye.
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, erdhej di saet 16:26’an de û di kûrahiya 10.44 kîlometreyan de di bin erdê de pêk hatiye.










