NÛPEL – Di temenekî de çi qas êş, şahî û evîn bi cih bibe, wî ew qas jiya. Di temenekî de çi qas fîlm bi cih bibe, wî bêtirê wê tê de bi cih kir. Niha dema wê ye ku ew aşitî û aramiyê bijî. Ew vana heq dike.
NURETTİN DEMİRTAŞ
Di roja me ya îro de ku baweşînek piçûk dibe sedema şewatên mezin, li dijî wan kesên ku bi hesabên bi xwîn hevdu qir dikin, ew kesên ku dengê aşitî, demokrasî û jiyana mirovane bilind dikin, cîhana me ronî dikin.
Yek ji van rûyên ronak, hunermendê hêja Kadir İnanir e ku ev demeke bi nexweşiyên giran re têkoşînê dide. Hêvîdar in ku di demek nêz de silametiya xwe bi dest bixe û em di rojên aşitiyê de hevdu hembêz bikin û bîranînên xwe yên xweş, germ û jidil ên li ser wî parve bikin. Di demên weha de dema mirov difikire ka ji destê mirov çi tê, em dixwazin bi gotinên wekî “Emanetî Xwedê be, emanetî doktoran be…” hezkirin û rêza xwe parve bikin û bidin nîşandan ku em li gel wî ne.
Kêşeya pişika wî hebûye, bi têra xwe oksîjen nedigirtiye lê em dizanin ku moralê wî bilind e û têkoşer e. Biraziyê wî Levent aniye ziman ku henek kiriye û gotiye: “Min derxin, Levent raxînin”. Piştgira wî ya herî mezin Julide Kural e. Herî zêde jî ew enerjiya ku ji wê jê re derbas dibe, Kekê Kadir diparêze. Herî zêde jî ji ber wê, em bawer dikin ku ew ê vê qeyranê jî derbas bike. Ma ne evîn e ya ku hemû birînan derman dike?
Ev sirra jiyana bi hezkirinê hûnandî ye ku em barê xeman ji kûrahiya dil parve dikin. Em bawer dikin ku ew ê dengê me bibîstîne, me hîs bike; wê vê xemgînî û fikarê belav bike û kenê xwe ji hezkiriyên xwe kêm neke.
Hêviya me ew e ku; wekî çawa qenc dibe û digihîje hezkiriyên xwe, vegere ser setên fîlman jî. Ji bo lîstikvaniya wî mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê eger em bi kurtasî bînin ziman, em dikarin bibêjin ku çîrok bi wî re dibin goşt û hestî; can, rûh û nasnameyê qezenc dikin. Wekî çawa bi Turkan Şoray û Ahmet Mekin re fîlma Selvi Boylum Al Yazmalim xiste nav cîhana me ya ked, hest û wateyê, mîna di fîlmên İsyan, Katircilar, Kapi û bi dehan fîlmên din de, ew ê dîsa berê xwe bide meseleyên civakî; ji ber ku êşa wî bavê ku hestiyên kurê xwe bi kargoyê girtine ji kûrahiya dil hîs kiriye, belkî wê rola wî bilîze. Belkî ezmûnên xwe yên kûr bi ciwanan re parve bike û bibe nefes ji sînemagerên nû re. Em herî zêde jî xeyal dikin ku ew silametiya xwe bi dest bixe û bi Avakerê Aşitiyê re bicive. Çima nebe ku?
Di bêtirî 150 fîlman de lîst; belkî bi mafdarî bibêje ez êdî westiyam, lê em baş dizanin ku ew ê ji rêya xwe nezîvire. Dîsa şahquling tê bîra me. Quling ku her çend biweste jî ji rê û rêwîtiyê dev jê bernade, şahê qulingan…
Dema quling bi şiklê tîpa V difirin em wan dibînin. Yê ku li herî pêş pêşengiyê ji wan re dike, şahquling e. Dema dema koçberiyê tê, ji bo rê nîşaniya qurnan bide baskan vedike û derbasî pêşiya wan dibe. Di dirêjahiya temenê xwe de pêşengiyê dike. Di dirêjahiya temenê xwe de bayê pêşîn ew pêşwazî dike. Heya ku çavên wî nebînin pêşengiya xwe berdewam dike. Piştre ji bo demên dawî yên temenê xwe bijî, cihê xwe dewisîne qurnayeke nû ya şah û di rêzên paş de bi rûmetî û xîretî fîrîna xwe didomîne. Êdî çavên wî nabînin lê bi şopandina dengê baskên qurnên din rêya xwe dibîne. Tu carî ji fîrînê dev bernade…
Qurna peyamnêr e. Nûçeyên xweş û silavan tîne û dibe. Mizgînvanê demsalên xweş e. Em ji wî jî mizgîniyekê li bendê ne. Bila qurne silavên me bibin, temenê wî dirêj bikin…
Di temenekî de çi qas êş, şahî û evîn bi cih bibe, wî ew qas jiya. Di temenekî de çi qas fîlm bi cih bibe, wî bêtirê wê tê de bi cih kir. Niha dema wê ye ku ew aşitî û aramiyê bijî. Ew vana heq dike. Hezkiriyên wî û hemû welat jî vê yekê heq dikin.
Dema tê pirsîn ka çima ev qas tê hezkirin, hevalek dibêje: “Mirovên Karadenizê weha ne, piştî derbeya 12ê Îlonê guherîn lê ew neguherî, rawestina xwe parast”, yekî din jî dibêje: “Tam mîna Tatar Ramazan e, ji ber wê ye”.
Hinek hene ku wî li hemberî neheqiyan, ji fîgûreke sînemayê wêdetir, bi karîzma wî ya ku her kes pê dizane û bi mêraniya wî mîna dilovaniya wî pênase dikin. Hinek hene ku tenê heyrantiya xwe tînin ziman an jî dibêjin ku ew qehremanê zarokatiya wan e. Hevalekî me jî dibêje: “Gulek çima tê hezkirin, ew jî ji ber wê tê hezkirin”.
Vê sîmpatiyê çawa ava kir? Ji ber ku ew mirovekî aşitiyê ye. Beşên herî hov ên desthilatdariyê bi devê çeteyan ew tehdîd kirin, lê wî got “ez çi bikim ji bo aşitiyê ye” û gava paşde neavêt.
Ew kesên ku wî ji nêz ve dinasin, dibêjin ku ew ji pesnên zêde û bi taybetî ji gotin û tevgerên bêwate hez nake. Em jî dirêj nekin. Pêdiviya aşitî, dayikên aşitiyê, huner û têkoşînê bi wî heye!
Hewldanên wî yên di koma Şandeya Miroven Aqilmend de nehatine jibîrkirin. Îro xwedîderketina hunermend û ronakbîran li pêvajoyê, pir bêtir giring bûye. Ew kesên ku wî ji xwe re dikin mînak pir in û em hêvî dikin ku hîn bêtir zêde bibin.
Tevî wan zalimên bêbext ên ku dixwazin cîhanê bikin çewliga xwe; tevî wan kesên ku bi hişê xwe yê piçûk û fêlbaz difikirin ku dikarin her cûre nirxên mirovî ji holê rakin û bi quretiya xwe rê bidin dîrokê; tevî wê reşbîniya ku ji aliyê wan kesên ku bi jehrbûna hêzê dixwazin bi bêexlaqî her tiştî birêve bibin û dikevin xefika hevdu û tevî her cûre nexweşiyên ku rûbirûyê hezkiriyên me dibin; silametî, exlaq, azadî, aşitî û demokrasî dê bi ser bikeve.
Ji geşedanên siyasî yên rojevî wêdetir, rewşeke eşkere ya mirovî li holê heye. Wekî civak, berpirsiyariya me heye ku em di her warî de xwedî li hunermendên xwe derkevin. Ji bo ku ew li dijî vê nexweşiyê têbikoşe, divê her kes ji bo Kadir İnanır bi hestiyarî tevbigere.
Bi vê baweriyê em silav, hezkirin û rêzên xwe pêşkêş dikin; daxwazên silametiyê yên hevalê Amed ku nirxekî taybet dide wî û yên hemû hevalan radigihînin û şifaya xêrê dixwazin. Bi hêviya girtina nûçeyên wî yên xweş…
Çavkanî: Ozgur Politika










