Li Îmraliyê hevdîtina malbatê

Nûçe

NÛPEL – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne. Di daxuyaniya ku li ser medyaya dîjîtal hat dayîn de hat diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya hevdîtina malbatê de pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de cih daxwazî van xalan hat kirin: “Birêz Abdullah Ocalan; îro (di 28’ê Gulana 2026’an de) li Girava Îmraliyê di çarçoveya serdana cejnê de bi endamên malbata xwe Gulsum Ocalan, Omer Ocalan û Mehmet Reşit Ocalan re hevdîtineke malbatî pêk aniye. Muwekîlên me yên din Birêz Hamili Yildirim, Birêz Omer Hayri Konar, Birêz Ergin Atabey, Birêz Mahmut Yamalak û Birêz Zeki Bayhan jî îro (di 28’ê Gulana 2026’an de) li Girava Îmraliyê di çarçoveya serdana cejnê de bi endamên malbatên xwe re hevdîtina malbatî pêk anîne. Birêz Ocalan bi xêra vê hevdîtinê cejna her kesî pîroz kiriye, silav û hezkirinên xwe şandine. Em pêşkêşî raya giştî dikin.”

 

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Medyaya Amerîkayê: Îran û Amerîkayê li hev kir lê li hêviya biryara Trump in
Li Licê Salvegera Eshabê Keyf (Heft Razayî) Hat Pîrozkirin

Nûçeyên Sereke