Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

Nûçe

🔴Werîşe Muradî ku li Îranê girtî ye, piştî hevdîtina bi malbat û parêzeran vê carê jî ji mafê axaftina bi telefonê bêpar hate hiştin.

Ajansa nûçeyan a HRANA têkildarî rewşa dawî ya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, agahiyan belav kir.

Li gorî agahiyan, wek ‘ceza’ mafê bikaranîna peywendiya telefonê ji Werîşe Muradî hatiye girtin.

Hema çavkaniyên ji HRANA re ragihandîn, piştî Werîşe Muradî li hewşa girtîgeha Evîn de digeriya dirûşmeya dijî pêkanîna cezayê darvekirinê bilindkiriye, ev ‘ceza’ hatiye dayîn.

Li gorî agahiyan Werîşe Muradî ji hevdîtinên li gel malbat û parêzerên xwe hatiye bêparkirin, qedexe hîn jî dewam dike.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Di hefteya Lûtkeya NATO’yê de çalakiyên girseyî hatin sînordarkirin
Cejna Qurbanê li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin

Nûçeyên Sereke