Rejîmê girtiyek bi darvekir û metirsiya darvekirina 6 girtiyên din jî heye

Nûçe

NÛPEL – Hat ragihandin ku rejîma Îranê girtiyek siyasî ku di dema xwepêşandanên dawî de hatibû girtin, bi darve kir û metirsiya darvekirinê li ser şeş girtiyên din jî heye.

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na û Ajansa Mîzan di derbarê darvekirinên li Îranê de agahiyên nû parvekirin.

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di hefteya xwe ya 122’yan de ragihand, di nava du mehên borî de herî kêm 72 kes hatine darvekirin ku beşek ji van girtiyên siyasî bûn. Ji vana jî du girtiyên siyasî yên bi navên Ramîn Zele û Kerîm Merufpur bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî yên bi navên; Menuçehr Felah li girtîgeha Lakan Reşt, Ruhulla Kerekî li girtîgeha Şîbanî Ehwaz û çar girtiyên din ên serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ yên bi navên Mîlad Armon, Newîd Necaran, Mehdî Îmanî û Mihemedmehdî Husênî heye û jiyana wan di metirsiyê de ne.

Her wiha hatiye diyarkirin ku li girtîgeha Evîn beşa jinan, ji ber yekhelwestiya girtiyên jin a li dijî binpêkirinên rejîmê, cezayê komî yê mafê telefonê û hevdîtina li gel malbatan li girtiyên jin hatiye birîn.

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na bang li welatên Ewropayê dike ku peywendiyên xwe yên siyasî yên li gel Tehranê bi mercê ragirtina cezayên darvekirinê ve girêdin. Her wiha daxwaz ji rêxistinên cîhanî jî dike ku li beramberî van kiryarên dervey mirovahiyê yên rejîma Îranê bêdeng nebin û piştgiriya gelên Îranê bikin.

Li aliyê din Ajansa Mîzanî ya ser bi desthilata dadweriya Îranê jî eşkere kir ku vê sibehê girtiyê bi navê Xulamreza Xanî Şekrab hatiye darvekirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ji ber Xulamreza Xanî Şekrab tevlî xwepêşandanên demên dawî bibû û hewldabû xwepêşandanan birêxistin bike, ev ceza lê hatiye birîn. Lê di nûçeyê de nehatiye diyarkirin ku Xulamreza li kîjan girtîgehê hatiye darvekirin.

Li gor rapora salane ya rewşa mafên mirov ya Îranê, tenê di 12 mehên borî de herî kêm 2 hezar û 488 kes ji wana 63 jin û 2 zarokên temenê wan jêr 18 salî hatine darvekirin. Her wiha cezayê darvekirinê li 130 kesên din jî hatiye birîn.

Çavkanî: Rojnews

Van jî bibîne

 

Geştyar ref bi ref berê xwe didin Rihayê
Hulya Avşar li ser bangewaziya lîstika tenîsê ya li Rihayê bêdeng nema

Nûçeyên Sereke