Li dijî biryara Şamê çalakî tên lidarxistin

Nûçe
🔴 Li hember biryara Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê a taybet bi destnîşankirina buhayê kirîna genim, li gelek bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.
 
Îro li bajarê Dirbêsiyê çalakiyek hat lidarxistin, tê de daxwaz hat kirin ku buhayekî nû ji kirîna genim re bê destnîşankirin, ji ber ku bi vî buhayê niha, wê ziyaneke mezin bigihêje aboriya herêmê bi tevahî. Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê berî çend rojan biryar dabû ku wê her tonek genim bi 4600 Lîreyên Sûrî ji cotkaran bikire.

Dema çinînê nêzîk hatiye, dawiya gulanê ye, rengê genim zer dibe, cotkar û xwedî erd xwe ji bo xêr û bêra çandiniya îsal amade kirine.

Simbilên genim tije xuya dikin, îsal erd têrav in, baranê dilê cotkaran xweş kiribû, lê biryarên ku ji Şamê tên, nehiştin ew dilxweşî biçe serî.

Li Dirbêsiyê çalakiyek hat lidarxistin

Dengê nerazîbûnê bilind dibe, li dijî biryara herî dawî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li bajarê Dirbêsiyê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin.

Beşdarên çalakiyê didin xuyakirin ku ev buhayê destnîşankirî nayê qebûlkirin.

Hikûmeta Veguhêz jî ji bo her kîloyek genim 4600 Lîreyên Sûrî weke buha destnîşan kiriye.

Daxwaz hat kirin ku buhayekî nû ji bo kirîna genim bê danîn

Di çalakiyê de daxwaz hat kirin ku buhayekî nû ji bo kirîna genim bê danîn û beşdarên çalakiyê dan zanîn ku ev biryar aboriya Sûriyê bi tevayî wêran dike.

Li ser pankartekê ku di çalakiyê de hatibû bilindkirin, ev hatiye nivîsandin: “Heger erd bimire, welat dimire.”

Berî vê çalakiyê, di rojên derbasbûyî de li çend bajarên din jî xwepêşandan hatibûn lidarxistin û di wan de daxwaz ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hatibû kirin ku vê biryarê betal bike, biryareke nû derxe û buhayê kirîna genim bilindtir bike.

 

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Li Hesekê û Kobanê lîsteya dawî ya endamên desteyên hilbijartinê hatin eşkerekirin
Li Dihokê 4 karker mirin

Nûçeyên Sereke