NÛPEL – Di sala 1994’an de li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û gundik hatin şewitandin û valakirin. Di nav van gundan de gundê Husênika Licê tenê yek nimûne ye. Di pêvajoya şewitandina gundan de bi hezaran çîrokên veşartî hene. Yek ji wan jî çîroka Hemze Haran e. Hevjîna Haran, Sara Haran behsa serpêhatiya hevjînê xwe ji Nûpel TVyê re kir:
“Beriya ku gund bê şewitandin, gundê me gundekî şên û xweş bû. Esker dihatin gund, ji gundiyan re digotin divê hûn bibin cerdewan. Gundiyan ev yek qebûl nekir. Di gundê me de herkesî ji hev hez dikir. Sê roj beriya ku gund bişewitînin, lawê tiyê min Wehyadîn, dema di nav rezê xwe de dixebitî, ji aliyê eskeran ve hat qetilkirin. Wehyadîn kesayetekî baş bû û di halê xwe de bû. Dema me agahiya wî girt, em çûn me ew anî. Weke ku diyar bû, dema hatiye kuştin eşheda xwe anîbû; tiliya wî ya eşhedê bilind bû.
Piştî sê rojan, vê carê gund bi tevahî şewitandin. Dema gund hat şewitandin, em bi malbatî li gund man. Ez, bavê zarokan (Hemze) û zarokên me Mihemed, Elî, Wesîle û Koçer bûn. Zarokên me yên din Mehsûm û Mehşûq ji ber ku hinekî mezin bûn, me nexwest di nav wê hengameyê de bimînin û me ew şandin bajêr. Ji bilî me çend malbatên din jî li gund mabûn. Di vê pêvajoyê de gelek caran em bi zext û zordariyên dewletê re rû bi rû man. Hema hema her roj esker dihatin û li dora gund diketin kemînê. Ji ber vê rewşa awarte, bavê zarokan bi şev li çolê radiket û serê sibehê dihat malê. Êdî esker çawa pê hesiyabûn ez nizanim; diyar e sîxuran gilî û gazindên wî li cem dewletê kiribûn. Nexwe wan ê li ku bizanibûna ku ew serê sibehê zû tê malê?
Lewma esker serê sibehê zû hatibûn û li dora gund ketibûn kemînê. Bi taybetî jî li cihên stratejîk ên gund, weke Diyarê Nawisê ketibûn kemînê. Di hundir de, me dengê wan dibihîst ku dor li gund girtine. Em jî di nav tirs û fikaran de, di hundir de asê mabûn. Piştî demekê, me dît ku tevî serleşkerekî wan, komek esker ketin hundir. Bi ketina wan a hundir re, helwesta wan a li hemberî me pir dijwar bû. Her du lawikên min Mihemed û Elî ku xwe spartibûn hembêza min, bi awayekî hovane ji hembêza min girtin û revandin. Elî digot: ‘Dayê, nehêle min bibin!’ Min nedixwest zarokên xwe bidim wan, lê tiştek ji destê min nedihat. Tenê min digot: ‘Sûçê zarokên min çi ye, hûn zarokên min bi ku ve dibin?!’
Piştre li ber çavên min, bi zarokên min re êşkenceyên giran kirin. Organên cinsî yên Mihemed di nav destên xwe de dişidandin. Li ber çavên min, bi lawikê min êşkence dikirin. Ez diqeherîm, lê min nikaribû tiştek bikira. Her du zarokên min ên keçik jî ji tirsan xwe spartibûn hembêza min. Tirsa min ew bû ku tiştekî bi wan jî nekin. Çimkî ewqas hov bûn ku ji bo wan zarok, jin, an mezin qet ferq nedikir; bi heman muameleyê tevdigeriyan. Di nav leşkeran de gerîlayekî dîlgirtî jî hebû ku berê malbata me nas dikir. Ev êşkence hemû bi dîrektîfên wî dihatin kirin. Ji ber ku vî kesê dîlgirtî agahî di derbarê Mihemed û Elî de didan leşkeran ku ew bi her tiştî dizanin, zêdetir êşkence li wan dikirin.
Demekê bi şûnde, Mihemed û Elî ji hundir derxistin û birin derve. Li derve jî bi zarokên min êşkence kirin. Ji zarokan re digotin: ‘Hûn cihê gerîlayan dizanin, divê hûn cih û warên wan ji me re bibêjin.’ Zarok li xwe mukur nedihatin û tiştek ji devê xwe dernedixistin. Lewma asta êşkenceyê gav bi gav zêdetir dikirin. Paşê Mihemed ber bi aliyê camiyê ve birin û Elî jî li ber malê, bi awayekî tazî di destê wan de ma.
Li ber camiya gund bîreke avê heye ku di demsala zivistanê de qeşa digire. Mihemed dibin li wir dikin nav wê bîra ku qeşa girtiye û nahêlin serê xwe ji bin avê derxîne. Bi vî awayê xeniqandinê gelek caran ew dixistin avê û derdixistin, lê dîsa jî gotinek ji devê Mihemed dernediketiya. Piştî êşkenceya ku li ber camiyê lê kirin, min dît ku komek esker û Mihemed di destê wan de ketin hundir. Mihemed di rewşeke pir xirab de bû. Di destê wan de dilerizî û digriya. Gava min ew di wê rewşê de dît, êdî sebra min nema û çi hat devê min, min ji wî dîlgirtiyê alçax re got. Min got: ‘Çima tu derewan li zarokên min dikî?! Ji derewên te bawer dikin û êşkenceyê li wan dikin.’ Piştî gotinên min, Mihemed ji hundir derxistin û dîsa birin. Bi vî awayî heta êvarê bi zarokên min re êşkenceyên nedîtî kirin.
Piştî ku tarî ket erdê, eskeran xwe dan hev û zarokên min anîn. Ji min re gotin: ‘Va ye em diçin, em ê sibê dîsa werin. Heke em bên û hûn li vir bin, em ê her du zarokên te yên kur jî bikujin.’ Piştî ku esker ji gund çûn, ez û Mihemedê xwe li bavê wan geriyan. Cihekî wî hebû ku bi şev lê dima. Ez çûm wê derê, min ew nedît; Mihemed jî li çend cihan nêrîbû, lê wî jî nedîtibû. Piştî ku me ew nedît, ji ber gefxwarina eskeran min zarokên xwe girtin û em çûne Rezê Jêrîn. Wê şevê em li nav rezan, di nav xicîkekê de man û serê sibehê em ketin rê û çûn Amedê.
Piştî ku em çûn Amedê, lêgerîna me ya li bavê zarokan domiya, lê me tu agahî jê girt. Çend caran min daxwazname (dîlekçe) nivîsand, ez û qîza xwe û yeka gundiyê me (Kezîban) em çûm Tabûra Cendirmeyan a Licê. Kezîbanê û Medîneya qîza min ne girtin hundir, tenê ez çûm. Piştî ku ez çûm hundir min birin ber qumandarê tabûrê. Dema ez çûm odeya wî ji min re got: ‘Tu çima li dû vî kesî digerî?!’ Min got: hevjînê min e, lê bi tu awayî agahiyeke zelal neda min. Di ser de jî heqaret li min kir û ji eskeran bi tirkî darek xwest ku pê li min bixe. Gava got: ‘Bana bir sopa getirin’, min fêm kir ku ew ê li min bixe. Min hewldan da ku hema derkeveme derve, lê heta min fersend dît, çend dar li min xistin.
Piştî pênc mehan, yeka gundiyê me (Şehrîban) dewarên xwe dibe li herêma Kaniya Kîsoyan diçerîne û cenazeyê wî dibîne. Piştî ku cenaze dibîne ji Mihemedê mêrê xwe re dibêje ku li wir tiştekî wisa dîtiye. Mihemed jî texmîn dike ku Hemze be, rewşê ji me re got û em pê hesandin. Dema em çûn, êdî cenaze filan nemabû. Tenê hestî û cilên wî li wê derê bûn. Roja ku esker hatin û bi zarokên min êşkence kirin, dême ew roj bavê wan xwestiye were malê, lê eskeran ew ferq kiriye. Bi ferqkirina eskeran, hewl dide ku bireve. Dema ku direve, ji aliyê Diyarê Nawisê ji pişt ve guleyan lê reşandine û li Tilikê Kaniya Kîsoyan dikeve. Di cilên wî de diyar bû ku du gule li nav pişta wî ketibûn. Ji cenaze tenê cilên wî, kefî, kûma wî û diranên wî yên çêkirî mabûn. Me ew tevî hestiyên wî dan hev, me birin li mezargeha gund binax kirin. Xwedê nehêle!”










