Li Îranê di 2 mehan de herî kêm 50 kes hatin darvekirin

Nûçe

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), raporeke bi sernavê “Di navbera moşek û bêdengkirinê de” parve kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di navbera 26’ê Sibata îsal û 13’ê Gulanê de herî kêm 50 kesên ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. 

 Bi domdarî hate destnîşankirin ku di vê demê de 6 hezar û 500 kes bi tohmetên pir giran hatine girtin. Li gorî daxuyaniya Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Muhsinî Ejeî, her tohmeteke giran dê rûbirûyê cezayê bidarvekirinê bibe.

 Di raporê de hate gotin ku ji ber êrişên hewayî, heta niha 3 hezar û 636 kes hatine kuştin; ji wan hezar û 701 sivîl û hezar û 221 leşker in. Di nav kuştiyan de navên 307 zarokan jî hene ku ji ber bombebaranan jiyana xwe ji dest dane. 

Hat aşkerakirin ku xetên înternetê li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rûbirûyê qutbûneke demdirêj bûne û asta peywendiyê tenê gihîştiye %1’ê rêjeya asayî. Vê rewşê daxwaza navendên girtîgehan bi temamî xistiye bin metirsiyê.

/Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Jin bi Spora Yogayê li hev kom bûn
CHPyê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê ducare kir

Nûçeyên Sereke