CENTCOM: Me rê li ber 78 keşitiyên ber bi Îranê ve diçûn girt

CîhanNûçe

🔴Amerîka dorpêça xwe li Tengava Hurmizê dewam dike. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan rê li ber 78 keştîyên bazirganî yên ber bi îranê ve diçûn girtine. Li alîyekî din Medyaya Îranî ragihand ku wê Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê serdana Tehranê bike.

Heya niha dorpêça Amerîka li ser Tengava Hurmizê didome.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê piştrast kir ku helîkopterên wan çavdêriya keştîyên bazirganî yên Tengava Hurmizê re derbas dibin dikin.

Çavdêrî di çarçoveya dorpêça deryayî ya li dijî Îranê de berdewam dike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyê eşkere kir ku artêşa Amerîkayê rê li ber 78 keştîyên bazirganî yên ku ber bi Îranê ve diçûn, girtine.

Her wiha CENTCOM da zanîn ku çar keştîyên din jî seqet kirine.

Armanca dorpêçê ew e ku bazirganiya petrol û kelûpelên Îranê asteng bike.

Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê serdana Tehranê dike

Li aliyekî din Medyaya Îranî ragihand ku Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê (Muhsin neqwî) Mohsin Neqvi dê serdana paytexta Îranê, Tehranê bike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wê Mohsin Neqvi bi çend berpirsên payebilind ên Îranî, di nav wan de Wezîrê Karên Hundir ê Îranê re bicive.

 

/çavkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin
Di Eurovisionê de Bulgaristan bû yekem û Îsraîl bû duyem

Nûçeyên Sereke