🔴Siyasetmedarên Kurd, Tirk, Qibrisî û nûnerên saziyên Elewiyan ên beşdarî sempozyûma li bajarê Londonê ya bi navê ‘’Elewîtî û Pêşeroj’’ hate lidarxistin bûn, li hemberî otorîterbûn, populîzma rastgir û krîzên gerdûnî banga têkoşîna hevpar kirin.
Di çarçoveya sempozyûma bi navê Elewîtî û Pêşeroj de ku ji aliyê Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê ve di navbera 15-17’ê Gulanê de hate lidarxistin, li Eywana Konferansê ya Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê paneleke bi sernavê ‘’Muxalefet û tevgerên rastgir ên otorîter ên li cîhanê pêş dikevin, siyaseta diyasporayê û piştevaniya ji neteweyan wêdetir’’ hate lidarxistin. Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlu, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Parlamenterê Lefkoşayê yê CPT’ê û Serokê Wekhev ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Huseyîn Mat beşdarî panelê bûn.
Bi sedan kes beşdarî sempozyûmê bûn. Axaftina vekirinê ji aliyê Serokên Wekhev ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Hasret Bozdogan û Kazim Kiliç ve hate kirin.
Di panelê de destpêkê Parlamenterê Lefkoşayê yê CPT’ê Dogûş Derya axivî. Dogûş Derya li hemberî Populîzma Rastgir a pêş dikeve tevgerên çepgir û sosyalîst rexne kirin û got ku tevgera otorîter û populîst a rastgir a li seranserê cîhan pêş dikeve bes ne encameke siyasî ye di heman demê de encama krîzên aborî û civakî ye.
‘AZADÎ NAYÊ DAYÎN BI TÊKOŞÎNÊ TÊ BIDESTXISTIN’
Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya rastgiriya tund û qala sedemên bilindbûna hêmanên rastgiriya tund a ji salên 1940’î û heya niha kir.
Mîthat Sancar diyar kir ku piştî 11’ê Îlonê li gel polîtîkayên ‘’têkoşîna li dijî terorê’’ di asta gerdûnî de rejîmên rewşa awarte zêde bûne û siyaseta tirsandin û ewlehiyê demokrasî lawaz kiriye û got ku koçber û nasnameyên cuda kirine armanc.
Sancar piştre anî ziman ku divê li hemberî vê yekê tevgereke aşitiyê ya xurt were avakirin û ev yek anîn ziman: ‘’Aşitî li hemberî pirsgirêkên şênber polîtîkayeke çareseriyê ya şênber e. Divê li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û seranserê cîhanê li hemberî sedemên şeran, kedxwariyê, cudakariyê û newekheviyan zemînên têkoşîna demokratîk a hevpar werin avakirin. Em neçar in ku li hemberî şerî aşitiyê, li hemberî kedxwariyê edaleta civakî û li hemberî cudakariyê jî jiyana wekhev biparêzin. Tu kes azadiyê nade, bes bi têkoşîna hevpar tê bidestxistin.’’
ERKAN BAŞ: HEWCEHIYA ME ENTERNASYONALÎZM E
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî got: ‘’Em neçar in ku roja îroyîn ji nû ve enternasyonalîzmê nîqaş bikin û wê ava bikin. Hewcehiya me ne ya ji hewayê tê xwar e, enternasyonalîzmek e ku di nava têkoşînan de hatiye avakirin.’’
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî bi gotinên ‘’Em ê vê pergalê biguherînin û bi hev re ji nû ve wekheviyê û demokrasiyê ava bikin’’ banga têkoşîna hevpar kir.
Serokê Wekhev ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Huseyîn Mat jî bal kişand ser sekna dîrokî û avaniya wekhevîparêz û aşitîxwaz a baweriya Elewiyan a li dijî rejîmên otorîter. Huseyîn Mat anî ziman ku Cemxane bes ne mekanên îbadetê ne di heman demê de qadeke hevdîtina civakî ne ku nasnameyên cuda tên ba hev.
/Çawkani: ANF/










