Deşta Geverê, bi germbûna hewayê re bi kulîlkan xemilî.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, kulîlkên ku bi germbûna hewayê re bişkivîn, deştê dixemilînin. Deşta ku bi kulîlkan zer bûye, bi Çiyayê Cîlo yê bi berfê nixumandî re dîmeneke cuda dide der.
Welatî ji aliyekî ve bi vê dîmenê kêfxweş dibin, ji aliyê din ve giyayên di çêkirina penêr de bi kar tînin berhev dikin.
/Ajansa Mezopotamya/










