Li Dersîmê Êriş Li Ser Cihê Pîroz: 4 Kes Hatin Girtin

DERSÎM (Nûpel) – Li koyê Dûzgino ku ji bo baweriya Rêya Heq (Elewîtî) pîroz tê qebûlkirin, 4 kesên ku ji bo “lêgerîna xizîneyê” cihên pîroz texrîb kirin, hatin girtin. Hat ragihandin ku di nav kesên hatine girtin de keyayê gund jî heye.

Texrîbata Li Ser “Dildila Ninga”

Li pîrozgeha Dûzgino, hinek kesan bi armanca dîtina xizîneyan dest bi kolandinên neyasayî kirin. Di encama vê kolandinê de, nîşaneyên şopa piyên hespê Dûzgino ku gel jê re dibêje “Dildila Ninga” û şikefta ku welatî ji bo perestiyê serdana wê dikin, hatin texrîbkirin. Ev êrişa li ser nirxên pîroz, li Dersîmê bû sedema hêrseke mezin.

Keya Ji Peywirê Hat Dûrxistin

Walîtiya Dersîmê têkildarî bûyerê daxuyaniyek fermî weşand. Walîtiyê diyar kir ku di encama operasyonê de tevî keyayê gund 4 kes hatine binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku:

• Keyayê gund ji aliyê walîtiyê ve ji peywirê hat dûrxistin.

• Dozgeriya Komarê ya Qisleyê di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.

Berteka Saziyên Elewiyan

Piştî belavbûna nûçeya texrîbatê, xelkê Dersîmê û saziyên Elewiyan bertekên tund nîşan dan. Nûnerên saziyan diyar kirin ku êrişa li ser pîrozgeha Dûzgino ne tenê kolandinek e, lê belê êrişek li ser bîra civakî û baweriya gel e. Saziyan daxwaz kirin ku tawanbar bi cezayên herî giran werin darizandin.

Çavkanî: Pîrha

 

Van jî bibîne

 

Wan: 45 akademîsyenên ji 6 welatan li ser ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ axivîn
Dêra Surp Giragos: Li Rojhilata Navîn Dêra herî Mezin a Ermeniyan

Nûçeyên Sereke