Li Gundan hevdîtina jinan û kontrola tenduristiyê

JinNûçe

AMED (Nûpel) – Gerînendetiya Karên Tendirûstiyê, bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan yên Şaredariya Peyasê, li Gundê Aşikan civînek bi jinên gund re lidar xist û kontrola tenduristiyê hat kirin.

Şaredariya Peyasê xebatên xwe yên ku bi civînên jinan û kontrolên tenduristiyê yên li gundan dest pê kiribûn, didomîne. Di çarçoveya van xebatan de, bi hevkariya her du gerînendegiyan, li Gundê Aşikan civînek hate lidarxistin. Xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan bi jinan re rû bi rû axivîn, agahî li ser xebat û xizmetên şaredariyê yên ji bo jinan dan û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin.

Kontrola Tenduristiyê

Tîmên Gerînendetiya Karên Tendirûstiyê di dema civînê de ji jinan re derbarê nîşanên penceşêra pêsîrê û penceşêra devê rehîmê agahî dan. Her wiha tansiyona xwînê, şekirê xwînê, qam û kîloya jinan hatin pîvan.

Di daxuyaniya şaredariyê de hat destnîşankirin ku ev xebat dê di seranserê salê de bi awayekî rêkûpêk li hemû gundên navçeyê berdewam bike.

 

 

Van jî bibîne

 

Kovara Vînê di salvegera derketina Hawarê de dest bi weşanê kir
Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

Nûçeyên Sereke