Hikmet Serbilind: Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be

NîvîskarNûçe

 Roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Piştî perçekirina Kurdistanê, hemû dagirkerên Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe kirin û nehîştin Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.

Taybetî li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk li dijî Kurdan siyaseteke îmhayê, înkarê û qirêj dimeşîne. Ev polîtîka li ser zimanê Kurdî jî bandoreke pir xirab û neyînî çêkiriye. Hemû dagirkerên Kurdistanê dixwazin hebûna Kurdan û zimanê Kurdî tune bikin. Dewleta Tirk a nîjadperest ji bo asîmîlekirina Kurdan polîtîkayeke înkarê ya li ser zimanê Kurdî dimeşîne û hîna jî didomîne.

Dewleta Kemalîst a Tirkiyeyê ne tenê naxwaze zimanê Kurdî di nav sînorên xwe de bibe zimanê fermî û perwerdeyê, lê di heman demê de hewl dide ku li her deverê jî pêşî lê bigire. Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî, nivîskî û zimanê jiyana rojane, zimanê Kurdî bi temamî pêş nakeve. Ji ber vê yekê pêwîst e ku hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsin Dagirkerên Kurdistanê, tevî ku misilman in jî, mafên ku Xwedê daye Kurdan înkar dikin.

Di ayeta pîroz de Xwedê dibêje: “Ji nîşanên (qudretê) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda kirine.

Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.” (Sûreya Rûm – 22) Hebûna ziman û rengên gelan ji ayetên Xwedê ye. Ji ber vê yekê divê em hebûna xwe û zimanê xwe biparêzin. Înkarkirina zimanê gelên din ne tenê neheqî ye, di heman demê de li dijî qudret û hikmeta Xwedê ye.

• Hemû Kurd divê bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bi axivin (bi devokên Kurmancî, Soranî, Zazakî û yên din). • Divê em li ser standardkirina zimanê nivîskî, ferhengên hevbeş û perwerdeya kalîteya bilind bixebitin. • Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovî ye, li gorî standardên navneteweyî. .

Divê zimanê Kurdî li hemû beşên Kurdistanê bibe zimanê fermî yê perwerde, dad, medya û karûbarên giştî. Zimanê me hebûna me ye.

Em Cejna Zimanê Kurdî li gelê xwe û hemû gelên mazlûm pîroz dikin.

*

/Serokê Giştî: PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan/

Van jî bibîne

 

Li Amedê Parêzvanê Çanda Dehan Salan: Dengbêj Mihemedê Qerejdaxî
Qamışlo: Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake…

Nûçeyên Sereke