Kargehên Vezîvirandinê li Peyasê dest pê kirin

AMED (Nûpel) – Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk a Şaredariya Peyasê, li Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojîk ya ku di nav Parka 75’an de cih digire, bi armanca bilindkirina hişmendiya jîngehê, vezîvirandin û perwerdeya ekolojîk, di çarçoveya Tevgera Veguherîna Ekolojîk de kargehên berfireh da destpêkirin.

Ev kargeh bi navê “Veguherîna Ji Nû Ve” hatine organîze kirin û ji bo xwendekarên dibistanên seretayî û navîn tên lidarxistin. Di roja yekemîn a bernameyê de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamê meclisa şaredariyê Cengîz Dundar û gelek zarok beşdar bûn.

Di kargehê de çalakiyên curbecur hatin lidarxistin; ji kaxizên avêtî çêkirina kaxizên vezîvirandî, goga tovan û êmdankên çûkan hatin çêkirin.

Berpirsiyariyeke me ya kesayetî li hemberî xwezayê heye

Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar diyar kirin ku berpirsiyariyeke kesayetî li hember xwezayê heye û gotin: “Avakirina hişmendiyeke jîngehî ya xurt ji temenekî biçûk ve pir girîng e. Em berpirsiyar in ku cîhaneke paqij û tendurist ji bo zarokan bihêlin.”

Di daxuyaniya Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjê de jî hat ragihandin ku ev atolye dê alîkariya zarokan bikin da ku têgeha vezîvirandinê bi awayekî pratîkî fêm bikin; li ser vebijarkên jiyana domdar fêr bibin û hestiyariya xwe ya li hember xwezayê pêş bixin. Hat destnîşankirin ku di çarçoveya Tevgera Veguherîna Ekolojîk de xebatên bi vî rengî dê bên berfirehkirin û bênavber bidomin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Li Sûrê ‘Navê din ê dojehê’: Muzexaneya ku hesreta Ahmet Arif dihewîne
Îlham Ehmedê li ser gora Mîr Bedirxan got: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Nûçeyên Sereke