NÛPEL – Mamosteyekî Thargelia wesif kiribû, ez pir pê ketim: 7 zilamên esîl ên ku ji eniya perestgeha Artemisê bi jêr de dinêrin, çiqilên hejîran ên hişk di destên xwe de hildan hewa û demekê mirmirîn. Piştre bi wan çiqilên hejîran, destên nerm li stûnên mermer ên perestgehê dan. Li pey wan, bi sedan kesên li jêr; nanên ji ardê ceh, penêrên ji şîrê bizinan, fêkî û sewzeyên taze ber bi rojê ve hildan û ji xwedayên xwe Zeus, Artemis, Apollon û heta ji bîranîna kal û pîrên xwe Kybeleyê re dua kirin.
Kalekî ku hinekî li pêşiya qelebalixê sekinîbor, li dora xwe gerî û bi dengekî ku her kes bibihîse wiha qêriya:
“Bila îsal nexweşiya vebayê neyê. Bila îsal ax bi bereket be. Laneta nexweşiyan, şeran, koçberiyan û hişkayiyê ji me dûr be. Aştiya biharê, ronahiya rojê, hewaya paqij a daristanan, rengê zindî yê kulîlkan, şahiya berxan, dengê xişxir û lîrandina teyr û tûyan bi me re be.”
Piştî ku duayan bi dawî bûn, ew 7 zilamên esîl ên ku merasîmê birêve dibirin, nan û av dirêjî qefesa mezin a li kêleka xwe kirin. Di hundirê qefesê de jin û mêrekî pîr, kurek û keçikek kulek, devekî qisir ku qet nezaye û çend zarokên lawaz ên ku nû ji dergûşê derketibûn û nexweşiyên zayendî pê re hebûn, hebûn. Kesên ji qelebalixê ku dixwestin; nanên hişk, fêkiyên hişk û kîsikên avê birin û avêtin nav qefesê. Ev xwarin dê bibûna xwarina wan a dawî. Piştî ku zikê wan baş têr bû, dê wekî “qurban” bihatana şewitandin û xubarê (kula) wan dê bavêtana çemê Kaystrosê. Ji wir jî dê biherikiya Deryaya Spî û dibe ku biherikiya okyanûsan.
Ev tiştên ku hatine vegotin, şahiyeke ku li bajarên Yewnanistana Antîk ji bo bereketa salê, bi gelemperî di meha Gulanê de (nêzîkî 24 û 25ê Gulanê) dihat kirin e. Navê wê Şahiya Thargelion (Thargelia) ye. Tê wateya şahiya dirûnê (hasatê). Hinek salan di vê şahiyê de, ji bo ku sal bi bereket derbas bibe, kesên ku di nava civakê de an jî di xwezayê de kulek û kêmendam bûn, wekî “bizinên gunehan” (günah keçisi) dihatin hilbijartin û ji xwedayan re dihatin qurbankirin.
Thargelia di eslê xwe de festîvaleke çandiniyê bû, lê di heman demê de merasîma paqijbûn û kefaretê jî di nav de hebû. Gel wekî nîşaneya şikirdariyê berhemên pêşîn ên axê pêşkêşî xwedê dikir; lê di heman demê de diviyabû xwedê bihata hênikkirin; nexweşî, germiya zêde û şewban dikaribû dirûnê mehf bikira. Merasîma paqijbûnê beriya ayîna şikirdariyê dihat kirin.
Di roja 6an de li Akropolîsê mihek, dibe ku ji bo Xwedawendên Qederê berazek dihat qurbankirin; lê rîtuela herî girîng ev bû: Du zilamên herî kirêt ên ku dihatin dîtin dihatin hilbijartin û kuştin; yek ji bo mêran, yê din (li gorî hinek çavkaniyan jinek) ji bo jinan. Helbestvan Hipponax îdîa dike ku di roja qurbanê de rêzikên hejîran bi stûyê wan ve dikirin û wan digerandin, bi çiqilên darên hejîrê û pîvazên deryayê li organên wan ên zayendî dixistin. Dema ku digihîştin cihê qurbanê yê li peravê, bi kevirbaranê dihatin kuştin, cesedên wan dihatin şewitandin û xubarê wan diavêtin deryayê (an jî ji bo bereketa axê diavêtin ser erdê).
Tê texmînkirin ku di demên berê de qurbanên însanî yên rastîn dihatin kirin, lê piştre ev yek bi şêweyeke kefaretê ya siviktir hatiye guhertin. Mînak; li girava Leucasê ya Yewnanistanê, her sal sûcdarek wekî “bizina gunehan” ji zinarekî diavêtin deryayê, lê ji bo ku nemire, bi laşê wî ve çivîkên zindî û per dihatin girêdan; li jêr jî zilamên ku di belemên piçûk de li benda bûn, ew digirtin û dibirin dervayî sînorên bajêr. Lê belê, gelek zanyarên modern vê yekê qebûl nakin û dibêjin ku qurban dihatin lêdan û kevirbarankirin, lê nehatine îdamkirin. Daxuyaniyeke maqûltir ev e: carinan dihatin îdamkirin, carinan na; ev jî bi helwesta qurbanê ve girêdayî bû. Mînak, kujerekî ku bi zanebûn poşman nebûba, bi îhtîmaleke mezin dihat îdamkirin. Ev hemû ji bo dirûneke çêtir û jiyaneke bextewartir bûn.
Vê şahiyê, tiştên ku ji bo jiyaneke bextewartir li Kurdan hatine kirin û heta nêrîna li ser kevneşopiya DEM Partiyê (HDP) anî bîra min. Ma meriv nafikire ku gelo Abdullah Öcalan ê ku ji bo jiyaneke bextewartir li giravekê tê girtin jî, ji bo jiyaneke aram û bextewar tê sekinandin? Yan jî di vê navberê de partiyeke din, CHP, ku dixwazin bixin nav xetimandinê? Gelo ev hemû tiştên ku diqewimin ji bo jiyaneke bextewar û aram in?
Dua me ew e ku jiyaneke aram û bextewar hebe ku kefareta kesên din bi kesên din nede dandin.
Bulent Tekin
Wêne: Gemini










