Li Amedê Atolyeya Koçberiyê: “Divê em li cihê ku lê winda kiriye bigerin”

AMED (Nûpel) – Di çarçoveya xebatên Forumê yên ku di navbera 12-16’ê Gulanê de li Amedê tên lidarxistin de, bi pêşengiya Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GÖÇ-DER) li navçeya Sûrê li ser koçberiyên salên 1990 û 2015’an atolyeyek hat lidarxistin.

Çîrokên Malbatên ku Gundên Wan Hatine Şewitandin

Di roja yekem a forumê de, atolyeya ku li ser koçberiya Sûrê hatibû amadekirin, bû qada vegotina êş û serpêhatiyên malbatên ku di salên 90’î de ji warên xwe hatine dûrxistin. Di atolyeyê de bal hat kişandin ser bi hezaran gundên ku li Kurdistanê hatine şewitandin û mexdûriyeta bi sed hezaran însanên ku di bin bandora van polîtîkayan de mane.

Ji Bo Vegera Gund Pêşniyar: Têkoşîna Ekolojîk û Hişmendî

Beşdaran bal kişandin ser travmayên civakî û ji bo vegera gundan pêşniyarên girîng pêşkêş kirin. Di rûniştinê de hat destnîşankirin ku di demên dawî de li warên ku veger lê çêbûne, tahrîbata ekolojîk zêdetir bûye. Ji bo rê li ber vê bê girtin, hate gotin ku divê di vegeran de hişmendiyeke ekolojîk û civakî bê pêşxistin.

“Divê Bîra Civakî Bê Arşîvkirin”

Yek ji xalên herî girîng ên atolyeyê jî parastina hafizeya civakî bû. Hat diyarkirin ku mexdûrên koçberiyê yên salên 90’î êdî kal û pîr bûne û çîrokên wan ber bi windabûnê ve diçin. Ji ber vê yekê, hate destnîşankirin ku divê ev serpêhatî û jiyana wan di zûtirîn dem de bên qeydkirin û arşîvkirin.

Banga Ji Bo Ciwanan: Xebata Komunal

Di encama atolyeyê de ji bo teşvîqkirina ciwanan a ji bo vegera gundan, ev xal hatin rêzkirin:

• Xebatên Komunal: Divê di navbera saziyan de hevahengiyeke xurt hebe û xebatên komunal bên meşandin.

• Pêşketina Kesayetî: Pêşketina yekî û civakê di jiyana gundewarî de veşartî ye.

• Lêgerîna li Rastiyê: Beşdaran bi duruşma “Her tiştê ku winda bûye, divê li cihê ku lê winda bûye bê lêgerîn” bang kirin ku li xaka xwe û koka xwe xwedî derkevin.

Atolye bi nîqaşên li ser xurtkirina hafizeya civakî û projeyên siberojê bi dawî bû.

 

 

Van jî bibîne

 

Parêzgarên Hewlêr û Dihokê Şaredariya Amedê ziyaret kir
Greva neteweyî û protestoya li Belçîkayê: Ragihandin xitimî

Nûçeyên Sereke