🔴Grev û xwepêşandanên neteweyî ku li Belçîkayê ji aliyê eniya hevpar a sendîkayan ve hate lidarxistin, ragihandina li welêt û xizmetên cemaweriyê xitimand.
Çalakiyên şermezarkirinê bi pêşengiya CSC, FGTB û CGSLB hate lidarxistin û gelek rêxistinên civakî yên sivîl piştgirî dan.
Sendîkayan buhayê zêde yê enerjiyê, reforma teqawîtiyê û “polîtîkayên antî-civakî” yên hikumeta federal şermezar kirin.
TRAFÎKA HEWAYÎ DI ASTEKE BILIND DE RAWESTIYA
Li Balafirgeha Brukselê (Brussels Airport) zêdeyî nîvê seferên balafiran hate betalkirin. Hate ragihandin ku kapasîteya firînê ya Brussels Airlinesê di asta ji sedî 60’î de kêm bû.
Li Balafirgeha Brussels South Charleroiyê ji ber kêmaniya personelan hemû seferên çûn û hatinê hatin betalkirin.
RAGIHANDINA GIŞTÎ XITIMÎ
Di serî de paytext Bruksel li seranserê welêt ragihandina giştî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ma.
Seferên STIB, De Lijn û Le TEC bi rengekî cidî xitimîn.
Xwepêşandana neteweyî ya mezin a beriya niha di 12’ê Adarê de pêk hatibû. Li gorî daneyên polîsan 80 hezar kes, li gorî sendîkayan jî zêdeyî 100 hezar kes daketibûn kolanên Brukselê.
/Çawkani: ANF/










