Amedspor Bi Coşeke Mezin Şampiyoniyê Pîroz Kir

NûçeSpor

AMED (Nûpel)– ​Amedspora ku derket Lîga Super, bi beşdariya deh hezaran alîgerên xwe li Parka Newrozê şampiyoniya xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de peyama “Amedspor ji klûbekê bêtir e” derket pêş.

​Amedspora ku di koka xwe de şampiyonî bi dest xist û derket Lîga Super, li Parka Newrozê ya Amedê bi merasîmeke bi heybet kupa xwe hilda. Bi sed hezaran kesên ku ji 7 salî heta 70 salî bi rengên kesk û sor li qadê amade bûn, serkeftina tîma xwe bi dirûşm û stranan pîroz kirin.

​Di qada pîrozbahiyê de pankartên wekî “Em hatin”, “Onlar takım, sen kimliksin”, “Kendimize şampiyon olduk” û “Güneşin çocukları geliyor” hatin daliqandin.

Destpêka bi Govend û Kupaya Yekem

​Bername bi performansa DJ Ramazan Karakaş dest pê kir û qada pîrozbahiyê veguherî qada govendê. Destpêkê, Tîma Basketbolê ya Bêasteng a Amedsporê ya ku derketibû Lîga Super, kupaya xwe bi destê Dayika Aşitiyê Nezahat Teke hilda. Piştre hunermend Beser Şahin bi stranên xwe coşa gel geş kir.

Nahit Eren: ‘Me ji Nasnameya Xwe Tawîz Neda’

​Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku dîtine û wiha got:

​“Me ti carî baweriya xwe winda nekir. Ma em rastî êrîşan nehatin? Ma em nehatin daxistin? Belê, lê me tu carî ji nasnameya Amedsporê tawîz neda. Ziman û nasnameya Amedsporê aşitî, biratî û wekhevî ye.”

​As-Seroka Klûbê Şeyda Arslantaş jî Roja Dayikan pîroz kir û destnîşan kir ku Amedspor bi nêrîna xwe ya azadîxwaziya jinê, di rêveberiya werzişê de pêşengiyê dike.

Kupa Di Nav Meşaleyan de Hat Bilindkirin

​Piştî axaftinan, teknîk û lîstikvanên Amedsporê bi yek û yek hatin gazîkirin ser dikê. Futbolvan tevî malbat û dayikên xwe derketin pêşberî alîgeran. Kaptanê tîmê û lîstikvanan di nav çepik û fîskeyan de madalyayên xwe girtin. Kêliya ku kupa hat bilindkirin, bi dehan fîşekên hewayî û meşaleyan asîmanê Amedê ronî kir.

Peyama DTSO’yê: ‘Hêviya Gelekî Serket’

​Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya jî diyar kir ku ev ne tenê serkeftina tîmekê ye û got: “Îro hêviya gelekî serket. Ev serkeftin wekî şîrê dê li we helal be.”

Bi Dronan li Ezmanan Nivîs Hat Nivîsandin

​Yek ji kêliyên herî balkêş ên şevê jî nîşandana dronan bû. Bi dronan li ezmanên Amedê bi tîpên ronahî “Tima Gel”, “Em tên” û “Şampiyon Amedspor” hat nivîsandin.

​Pîrozbahî bi konserên Koma Agirê Jiyan û koma Bajar bi gerandina govendên mezin bi dawî bû.

 

Van jî bibîne

 

52 Sal Di Ser Darvekirina Leyla Qasim Re Derbas Bûn: Hê Jî Rêberiya Berxwedanê Dike
Li Botanê banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin

Nûçeyên Sereke