15’ê Gulanê bi Meş, Panel û Şanoyê Tê Pîrozkirin

NÛPEL – Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê rêzeçalakiyên dewlemend lidar dixin. Bernameya îsal bi dirûşma parastin û pêşxistina zimanê dayikê, bi çalakiyên çandî, hunerî û polîtîk ve hatiye hûnandin.

Bernameya Çalakiyên 15’ê Gulanê

Meş û Pêşbirkên Sporê

• 10’ê Gulanê (Yekşem): Bername bi Pêşbirka Bezê (Bazdan) dest pê dike. Bezvan dê di saet 10:00an de ji ber Sumerparkê dest pê bikin û heta Deriyê Çiyê bibezin.

• 15’ê Gulanê (În): Roja herî girîng bi Meş û Daxuyaniya Çapemeniyê tê pîroz kirin. Meş di saet 17:00an de ji ber avahiya DBP’ê ya Bajêr dest pê dike û heta ber AZC Plazayê berdewam dike.

Panel û Gotûbêjên Wêjeyî

Ji bo nirxandina rewşa ziman û edebiyatê, çend panelên girîng hatine organîzekirin:

• 16’ê Gulanê: Panela bi sernavê “Kirmanckî û Edebiyat” bi moderatoriya Ozlem Baran û beşdariya Cemîle Turhallî û Mihemed Kurdî birêve diçe. (Cih: Parka Eyşe Şanê, Saet: 19:00)

• 23’ê Gulanê (Şemî): Panela “Pênûsên Ciwan ên Romana Kurdî” bi moderatoriya Dilawer Zeraq û beşdariya nivîskar Berîvan Karatorak û Ciwan Serhedyan pêk tê. (Cih: Eywana Alî Emîrî, Saet: 14:00)

Çalakiyên Çandî û Hunerî

• 13’ê Gulanê (Çarşem): Li ber Mizgefta Mezin a Sûrê di saet 15:00an de Dîwana Dengbêjan tê sazkirin.

• 15’ê Gulanê (În): Koma Şanoyê bi lîstika “Mora Şîn” li ÇandAmedê di saet 20:00an de derdikeve ser dikê.

• 16-17’ê Gulanê: Li Sumerparkê di navbera saet 12:00-18:00an de Konên Çalakiyan (ji bo zarok, jin û ciwanan) tên vegirtin.

• 24’ê Gulanê (Yekşem): Li Eywana Alî Emîrî di saet 14:00an de Pêşbirka Xwendina Helbestan tê lidarxistin.

Bangawazî: Saziyên Zimanê Kurdî bang li hemû gelê herêmê dikin ku bi ruhê neteweyî beşdarî van çalakiyan bibin û xwedî li zimanê xwe derkevin.

 

 

Van jî bibîne

 

Esnafên Amedê: Geştiyar zêdene lê kirîn û firotin nîne
Rojava: 232 dîlgirtiyên din hatin berdan

Nûçeyên Sereke