Doza Komkujiya Pirsûsê: Di girtekan de cih nedane daxwazên hatine qebûlkirin

Nûçe

Di danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê de ku bersûcên firarî tên darizandin, derket holê ku daxwazên di danişîna berê de hatibûn qebûlkirin di girtekan de cih negirtine. 

Di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê li dijî Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûs a Rihayê êrişa bombeyî kir. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Danişîna 10’emîn a Doza Komkujiya Pirsûsê ku bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin. Malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, Efe Çatelbaş ku di komkujiyê de bi birîndarî xelas bûbû û nûnerên rêxistinên hiqûqê tev li danişînê bûn. 

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Efe Çatalbaş axivî. Çatalbaş, got: “Ez di ferqê de me ka li vir dixwazin çi gav bên avêtin. Daxwazên me yên di danişîna berê de hatin qebûlkirin em gelek keyfxweş kiribûn. Lê ev daxwaz di girtekan de nehatine tomarkirin. Mimkûn nîne mirov vê fêm bike. Divê şande fêm bike ka me 10 sal berê çi jiyaye. Heke ev êriş li welatekî din bihata kirin, dê cihê komkujiyê bûbûya muze. Lêbelê li vir polîs mudaxileyî bîranîna me dikin. Der heqê kesên tev li bîranînê dibin de lêpirsîn tên vekirin û tên girtin. Edalet û aştî girêdayî hev in. Mezintirîn temînata aştiyê edalet e. Her birayara li vir tê dayin dê bandorê li çarenûsa welatê me bike. Bila edalet bi cih bê û em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin. Weke şahidekî vê komkujiyê, daxwaza min ew e ku şande peywira xwe bicih bîne. Em dixwazin gavên şênber bên avêtin. Bila xeleka berpirsyaran bê berfirehkirin. Ev komkujî ne karê çendek beredayiyan e.” 

 ‘DI DOZÊ DE YEK BERSÛC JÎ NÎNE’

 Piştre jî Metîn Kiliç ê di komkujiyê de hevjîn û kurê xwe windakirî axivî û got: “Ji ber axaftina dayikekê ya li ser gora kurê xwe kirî, 10 sal ceza lê hate birîn. Ev nayê qebûlkirin. Baweriya me ya ji edaletê tune kirin. Lê em hêj jî di dadgeha we de daxwaza lêpirsîneke baş dikin. Divê şahidên firarî bên girtin û bînin vê derê. Nayê qebûlkirin ku di danişîna qetilkirina 33 mirovan de yek bersûc jî nebe. Divê biryar insanî û wijdanî bin.” 

DI GIRTEKAN DE CIH NEDAN DAXWAZÊN HATINE QEBÛLKIRIN 

 Piştre jî parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û ev tişt anî ziman: “Ez hem şahida têkoşîna edaletê hem jî ya pêvajoya hatiye jiyîn im. Heke saziyên cemaweriyê tevdîrên pêwîst bigirta, dikariyan pêşiya vê êrişê bigirin. Em şahid in ku lêpirsîneke baş nehate kirin. Bersûc û gumanbarên vê dosyayê, ji dosyayeke din a komkujiyê hatin diyarkirin.” 

Parêzer Serdil Îzol jî xwest daxwazên di danişîna din de hatibûn qebûlkirin di girtekan de bên nivîsandin û wiha pê de çû: “Di danişîna din de daxwazên me hatin qebûlkirin lê tiştên di girtekên dadgehê de hatine nivîsandin ne heman tişt in. Beriya her tiştekî dixwazim ev biryar di girtekan de bên bicihkirin. Weke ku lêpirsînek tê kirin nîşan dan lê tu lêpirsîn nehate kirin. Niha jî weke ku darizandinek were kirin tê nîşandan lê heta niha tu gavek nehatiye avêtin. Di vê dosyayê de heke li Ahmet Davutoglû neyê guhdarîkirin, ev tê wê wateyê ku naxwazin dosye were zelakirin.” 

DAXWAZA GUHDARÎKIRINA DAVUTOGLÛ HATE REDKIRIN 

 Parêzerên din jî daxwazên xwe yên têkildarî dosyayê anîn ziman. Şandeya dadgehê piştî navberekê, biryara xwe da. Şandeyê, daxwaza guhdarîkirina Serokwezîrê Demê Ahmet Davutoglû û Îlyas Aydin ku rêveberê bersûcên Komkujiya Pirsûsê ye, red kir. Şandeya dadgehê bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîn taloqî 11’ê Kanûnê kir. 

 PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ DAN

Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Endamê Platforma Edalet ji bo Pirsûsê parêzer Erkan Unuvar di daxuyaniyê de axivî û got: “Daxwaz, ji hêla dadgehê ve nehatin qebûlkirin. Em ê dev ji şopandina dozê bernedin.” Metîn Kiliç jî da zanîn ku ev 9 sal in dozê dişopînin lêbelê heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin. Kiliç, got heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna wan bidome. 

/Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Li Rihayê 3 kes hatin kuştin
Dayîkên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiyan

Nûçeyên Sereke