Dayika Aştiyê Ezîze Akdenîz Koça Dawî Kir

Nûçe

MÊRDÎN (Nûpel) – Dayika Aştiyê Ezîze Akdenîz a ku bi salan bû li dijî nexweşiya pençeşêrê têdikoşiya, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Hatxê yê navçeya Nisêbînê, Dayika Aştiyê Ezîze Akdenîz a ku nexweşê pençeşêrê bû û pirsgirêkên nefesê jî pê re hebûn, beriya 20 rojan hatibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Akdenîz, tevî hemû hewildanên bijîşkî, îro li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Cenazeyê Ezîze Akdenîz li goristana gundê Hatxê hat veşartin. Malbata Akdenîz li mala şînê ya li gund sersaxiyan qebûl dike.

Jiyanek bi Têkoşînê Derbas Bû

Ezîze Akdenîz, piştî ku keça wê Şemsîhan Akdenîz (Sosin) a ku di sala 1989’an de tevli refên têkoşînê bûbû û di sala 1997’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, dest bi têkoşîna aştiyê kir. Akdenîz a ku di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digirt, li Nisêbîn û bajarên derdorê beşdarî gelek çalakî û xebatên ji bo aştiyê bû û heta roja koça xwe ya dawî jî dev ji daxwaza xwe ya aştiyê berneda.

Çavkanî: MA 

Van jî bibîne

 

Îsraîlê li Beyrûtê Fermandarekî Payebind ê Hizbullahê Armanc Girt
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şandeya Koçberên Serêkaniyê re Civiyan

Nûçeyên Sereke