Li Amedê Karkerekî 29 Salî Jiyana Xwe Ji Dest Da

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB), karkerekî bi navê Halit Yoldaş dema li ser kar bû bi herika elektrîkê ve girt û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer duh êvarê li kargeha çêkirina deriyan a bi navê “Wordat Kapı İmalatı” qewimiye. Li gorî îdiayan, dema ku Halit Yoldaş (29) xwestiye şalterê rake da ku elektrîkê bide kargehê, bi herika elektrîkê ve girtiye.

Piştî ku Yoldaş birîndar bûye, li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê. Yoldaş bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewildanên bijîşkî jî nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.

Hate hînbûn ku Halit Yoldaş zewicî bû û bavê zarokekî bû. Piştî karên otopsiyê, cenazeyê wî li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezikê (Bağlar) hat veşartin.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Van jî bibîne

 

Îran pêşniyara Amerîkayê dinirxîne: Em dê bersiva xwe bidin Pakistanê
Sirri Sakik: Qedexekirina xutbeya Kurdî li dijî hiqûqa biratiyê ye

Nûçeyên Sereke