NÛPEL – Kluba Londonê ya bi navûdeng Arsenal, di maça vegerê ya nîvfînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, li qada xwe tîma Spanî Atletico Madrid 1-0 têk bir û bilêta fînalê bi dest xist.
Qehremanê Şevê: Bukayo Saka
Di maça yekem de ku li Spanyayê hatibû lîstin, her du tîm 1-1 wekhev mabûn. Di lîstika diyarkir de, Arsenalê bi piştgiriya alîgirên xwe zexta xwe zêde kir. Gola ku derîyê fînalê vekir, di deqîqeya 45an de ji lingê stêrkê ciwan Bukayo Saka hat. Bi vê encamê, Arsenalê bi skora giştî ya 2-1 Atletico Madrid ji tûrnûvayê derxist.
Hesreta 20 Salan bi Dawî Bû
Arsenal herî dawî di sezona 2005-2006an de derketibû fînala Lîga Şampiyonan. Di wê fînalê de tîma Îngilîz li hemberî Barcelonayê 2-1 têk çûbû.
Reqîb Kî ye?
Arsenal dê di 30ê Gulanê de li benda reqîbê xwe be. Reqîbê wan ê di fînalê de dê piştî encama maça Bayern Munich – PSG diyar bibe (maça yekem: 4-5).
Dîroka Fînalê: 30ê Gulanê










