AMED (Nûpel) – Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, bi merasîmeke bi coş Navenda Jiyanê ya Jinan a Taxa Huzurevlerî vekir.
Di merasîma vekirinê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên Meclîsa Jinan a Şaredariyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên saziyên jinan û gelek jinên taxê amade bûn.
Ji bo Jinan Qadeke Pirrengî
Li Navenda Jiyanê ya Jinan dê gelek xebatên cuda yên mîna atolyeyên tekstîlê, perwerdeyên jîneolojiyê, hunerên destan û xebatên sporê werin birêvebirin. Her jinek dikare serî li navendê bide û beşdarî atolyeya ku dixwaze bibe. Her wiha jinên ku rastî tundiyê hatine-an bên jî dikarin ji bo piştgirî û şêwirê serî li vê navendê bidin.
“Em Torên Hevgirtinê Berfireh Dikirin”
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di axaftina vekirinê de bal kişand ser xurtkirina hevgirtina jinan û wiha got:
“Di du salên borî de, Şaredariya Peyasê ne tenê di warên civakî, çandî û siyasî de, lê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bingeha azadiyê ye, gavên girîng avêtin. Pabendiya me ya sereke berfirehkirina qadên hevpar ên jinan e. Navendên sporê, navendên civakî, pirtûkxaneya berhemên jinan û bazara keda jinan ku me heta niha ava kirine, nîşanên berbiçav ên vê vînê ne.”
Sîncar di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi taybetî serbilind in ku li Huzurevleriyê, ku yek ji taxên herî kevn û kedkar ên bajêr e, qadeke wiha vedikin û wiha domand:
“Armanca me ya bingehîn ew e ku em hebûna jinan di her warê jiyanê de misoger bikin, dîtbariya wan zêde bikin û bi vê yekê çanda hevgirtinê geş bikin. Em têkoşîna xwe mil bi mil li kolanan, li qadan û di her qada jiyanê de didomînin.”
“Ev Tenê Avahiyek Nîn e, Qadeke Têkoşînê ye”
Sîncar diyar kir ku ev navend dê torên civakî û aborî yên jinan xurt bike û got:
“Em li vir ne tenê avahiyekê, lê belê cihekî ku tê de ji têkoşîna li dijî tundiyê heta bihêzkirina aborî û xuyakirina keda jinê çalakî lê werin meşandin, diafirînin. Em hêvî dikin ku ev xebat ji bo navçeya me û bajarê me bibe bingeha xebatên wekheviya zayendî û serkeftina têkoşîna jinan û spasiya her kesê ku îro em bi tenê nehiştin dikin.”
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan Fatma Budak jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku girîngiyeke mezin didin navendên bi vî rengî û ew ê hejmara wan li taxên din jî zêde bikin.
Piştî axaftinan, kûrdeleya vekirina navendê ji aliyê Dayikên Aştiyê û jinên beşdar ve hat birîn.











