Rojnameya Azadiya Welat, di hejmara xwe ya 17’emîn de bi manşeta “Bi siyaseta mijûlkirinê pêvajo nameşe” derket.
Hejmara 17’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Bi siyaseta mijûlkirinê pêvajo nameşe” gihişt ber destê xwîneran. Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên mijûlkirina Kurdan û nirxandina Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan ên der barê pevajoyê û nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî pêvajoyê.
Rojnameyê di rûpela jinê de cih da gotara Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê “Ji bo pêkanîna yekitiyê”, gotara Adar Gulan a bi sernavê “Têkoşîna jibo muzakereyan didome”, gotara Ramazan Olçen a bi sernavê “Stratejiya mijûlkirinê”, gotara Felemez Ulug a bi sernavê “Nirxandina li Pêvajoya Aştiyê”, nûçe û gotarên li ser girîngiya yekitiyê.
/Ajansa Mezopotamya/










