Li Şaredariya Ataşehîrê Operasyon: Onursal Adîgüzel Sewqî Dadgehê Hate Kirin

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di çarçoveya lêpirsîna “bertîlê” de ya ku li dijî Şaredariya Ataşehîrê hatibû destpêkirin, Şaredar Onursal Adîgüzel jî di nav de 20 kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê, bi îdiaya ku di karûbarên “îhale, îmar û îskanê” de bertîl hatiye girtin, derbarê Şaredariya Ataşehîrê ya CHP’î de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di encama operasyona ku hatibû lidarxistin de, Şaredar Onursal Adîgüzel û 19 kesên din hatibûn binçavkirin.

Kontrola Tenduristiyê û Sewqkirina Dadgehê

Kesên binçavkirî, piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê di kontrola tenduristiyê re derbas bûn, di bin tedbîrên ewlehiyê de bi wesayîtên polîsan birin dadgehê.

Van jî bibîne

 

Bulent Tekin: Di Navbera Kasket û Portreyan de: Mefîstoyekî Burokrasiyê”
Trump li ser Bernameya Nukleerî ya Îranê û Operasyona “Çakûçê Nîvê Şevê” Daxuyanî Da

Nûçeyên Sereke