Trump: Heke Peyman Çênebe Dê Bombe Biteqin

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, derbarê aloziya bi Îranê re daxuyaniyên krîtîk da û peyamên tund şandin. Trump ji aliyekî ve amadehiya xwe ya ji bo hevdîtinan nîşan da, lê ji aliyê din ve bi awayekî eşkere gefa lêdanê li Îranê xwar.

“Em Amade ne Hevdîtinan Bikin”

​Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo New York Post’ê de destnîşan kir ku heke pêşketinek hebe, ew dikare bi serokên Îranê re rûnê. Trump diyar kir ku daxwaza wan a bingehîn û “bêpazarlık” ew e ku Îran bi temamî dest ji çekên nukleerî berde.

Heyeta Amerîkayê li Rêya Îslamabadê ye

​Serok Trump ragihand ku heyeteke payebilind bi serokatiya Alîkarê Serok JD Vance, nûnerê taybet Steve Witkoff û Jared Kushner ber bi Pakîstanê ve bi rê ketine. Tê payîn ku ev heyet di nava çend saetan de bigihîje Îslamabadê da ku li ser mijara Îranê danûstandinan bikin.

Gefên Tund: “Dê Santral û Pir Bi Hewa Bikevin”

​Tevî peyamên dîplomatîk, Trump beriya bi dawîbûna dema agirbestê gefên giran li Tehranê xwarin. Trump got:

​”Heke agirbest bi dawî bibe û Îran peymanê îmze neke, dê bombe biteqin. Em ê santral û piran bi hewa bixin.”

Qesra Spî: Trump li Washingtonê ye

​Li dijî îdîayên ku digotin Trump bi xwe bi rê ketiye, Qesra Spî daxuyaniyek belav kir. Hat ragihandin ku Serok Trump hîna bi rê neketiye û ew li Washingtonê ji nêz ve pêvajoyê û tevgerên dîplomatîk dişopîne.

Van jî bibîne

 

Parêzgarê Hesekê û Şandeya NY’yê Civiyan: Mijar Mafên Mirovan û Qeydkirina Nasnameyan e
Şitil Siberoj e: Li Rezikan Baranê Astengî Da Ber Çandina Daran!

Nûçeyên Sereke