NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Kendava Umanê pêşî li keştiyeke mezin a barhilgir a Îranê girtiye û dest daniye ser.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek belav kir û hûrguliyên operasyona li deryayê parve kirin. Trump destnîşan kir ku keştiya bi navê “TOUSKA” hewl daye dorpêça deryayî ya Amerîkayê binpê bike, lê ji aliyê keştiyên şer ên Amerîkayê ve hatiye rawestandin.
Operasyona li Kendava Umanê
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser mezinahiya keştiyê û got:
“Îro keştiyeke barhilgir a bi navê TOUSKAyê ku ala Îranê li ser e, nêzîkî 274 metreyan dirêj e û giraniya wê hema bêje bi qasî keştiyeke firokehilgir e, hewl da dorpêça me ya deryayî derbas bike. Lê ev yek ji bo wan baş bi dawî nebû.”
Li gorî agahiyan, keştiya wêranker a mûşekavêj a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, USS SPRUANCE, li Kendava Umanê rê li ber TOUSKAyê girtiye û hişyariyên rawestandinê daye kîptanê keştiyê.
“Beşa Motorê Hat Teqandin”
Serokê Amerîkayê diyar kir ku karmendên keştiya Îranî guh nedane hişyariyên leşkerî. Trump derbarê midaxaleyê de weha got:
“Karmendên Îranî guh neda hişyariyan, loma keştiya me ya deryayî bi teqandin û qulkirina beşa motorê, ew di cih de rawestand. Niha keştî bi temamî di bin kontrola leşkerên deryayî yên Amerîkayê de ye.”
Keştî di Lîsteya Cezayan de ye
Hate ragihandin ku keştiya TOUSKAyê ji ber “çalakiyên neyasayî” yên berê, jixwe di lîsteya cezayan a Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de bû. Trump di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew niha lêkolînê li ser barê keştiyê dikin û got: “Em dinêrin bê ka çi di nav de heye!”
/Çavkanî: Rûdaw/









