Trump Careke Din Gef Li Îranê Xwar

CîhanNûçe

NÛPEL – Serokê DYA’yê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya dawî de gefên xwe yên li ser Îranê nû kirin û ragihand ku heke şertên peymanê qebûl nekin, dê zirarên mezin bibînin.

Trump di parvekirina xwe ya li ser Truth Socialê de diyar kir ku Îranê peymana agirbestê binpê kiriye û li Tengava Hurmizê gule barandine. Trump bloka DYA’yê ya li ser Hurmizê bi bîr xist û got: “Îranê ragihand ku Tengav girtiye, ev tiştekî ecêb e; ji ber ku jixwe bi bloka me re Tengav girtî ye.”

Trump gefên xwe wiha domandin: “Em peymaneke pir adil û maqûl pêşkêş dikin, hêvî dikim ku qebûl bikin. Heke qebûl nekin, DYA dê li Îranê li her santrala elektrîkê û her pirê bixe.”

Daxuyaniya Trump bi tevahî wiha ye:

“Îranê duh biryar da ku li Tengava Hurmizê gulebaranê bike. Ev yek, binpêkirina tam a peymana me ya agirbestê ye! Piraniya van guleyan ber bi keştiyeke Fransî û keştiyeke barkêş a Keyaniya Yekbûyî ve hatin avêtin. Ev qet ne xweş bû, ne wusa? Nûnerên min diçin Îslamabadê, ji bo muzakereyan dê sibê êvarê li wir bin. Îranê herî dawî ragihand ku Tengav girtiye; ev ecêb e, ji ber ku jixwe bi bloka me re Tengav girtî ye. Bêyî ku bizanibin alîkariya me dikin û ji ber girtina derbasgehê yê ku winda dike ew bi xwe ne, rojê 500 mîlyon dolar! DYA tiştekî winda nake. Heta niha gelek keştî ji bo barkirinê berê xwe dane DYA, Teksas, Louisiana û Alaskayê; ev encama daxwaza ‘mêrxasiya’ Pasdarên Îranê ye!

Em peymaneke pir adil û maqûl pêşkêş dikin û ez hêvî dikim ku qebûl bikin. Heke qebûl nekin, DYA dê li Îranê her santrala elektrîkê û her pirê bixe. ÊDÎ REFTARA NAYÎF TUNEYE! Ew ê zû hilweşin, bi hêsanî hilweşin. Heke peymanê qebûl nekin, kirina tiştê pêwîst ji bo min dê bibe rûmetek; ev tiştê ku diviyabû serokên din di 47 salên dawî de li hemberî Îranê bikira. DEMA DAWÎHATINA MAKÎNEYA KUŞTINÊ YA ÎRANÊ HATİYE!”

/Çavkanî: ÎlkeTv/

Van jî bibîne

 

Amedsporê Avantaja Mezin Ji Dest Da: Xeyalên Şampiyoniyê Ketin Metirsiyê
Şêwirmendê Xaminêyî gef li Amerîkayê xwar: “Serdema serdestiya deryayan bi dawî bû”

Nûçeyên Sereke