NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Li bajarê Sêrtê barîna zêde ya baranê veguherî lehiyê. Ji ber xebatên rêyên qaçax û girtina menfezan, li gundê Xêrtê 100 donim baxçeyê fistiqan zirar dît û di bin lehiyê de ma.
Rê Hatin Girtin, Rûbar Rabûn
Ji şevê din ve li navenda Sêrtê û navçeyên wê baraneke bibeş dibare. Ji ber barîna zêde, asta ava rûbaran bilind bû û li ser rêya navçeya Dihê (di navbera kîlometreya 10-17’an de) ji ber lehiyê rê hatin girtin. Ev rewş bû sedema astengiyeke mezin di çûnûhatina welatiyan de.
Zirareke Mezin li Gundê Xêrtê
Li gundê Xêrtê yê ser bi navendê ve, ava rûbaran bi ser baxçeyên fistiqan de girt. Li gorî agahiyan, baxçeyê fistiqan ê ku rûbera wî nêzî 100 donimî ye, bi temamî di bin herî û keviran de maye.
“Sedem Xebatên Rê yên Xelet in”
Xwediyê baxçê, Ekrem Tatli, destnîşan kir ku sedema vê felaketê ne tenê baran e, lê belê xebatên rê yên bêserûber in. Tatli wiha axivî:
“Rêya gundê Kalenderê bi awayekî qaçax tê çêkirin. Axa ku ji rê hatiye valakirin, bi baranê re herikî nav rûbar. Ji ber vê axê menfez hatin girtin û avê berê xwe da nav baxçeyên me. Zirara me gelek mezin e.”
Bang Li Rayedaran Hat Kirin
Ekrem Tatli diyar kir ku heke di xebatên rêyan de hişyarî neyê kirin, dê ev felaket dubare bibin. Xwediyên baxçeyan daxwaz dikin ku:
Zirara wan ji aliyê dewletê ve bê qerebokirin.
Xebatên rêyan bi awayekî zanistî û bi kontrol bên meşandin.
Ji bo rûdanên wiha careke din çênebin, tedbîrên pêwîst bên girtin.











