Di Lêpirsîna Gulistan Doku de Geşedanên Nû: Dema Destserkirina Walî Tuncay Sonel Hat Dirêjkirin

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, dema destserkirina Walîyê wê demê yê Dersîmê Tuncay Sonel rojekê hat dirêjkirin.

Li Dêrsimê beriya 6 salan xwendekara zanîngehê Gulistan Doku winda bûbû û piştî ku dosye ji nû ve hat vekirin, geşedanên girîng diqewimin. Di encama delîlên nû yên di dosyeyê de hatine bidestxistin, biryarên destserkirin û girtinê hatin dayîn.

10 Kes Hatin Girtin

Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê têkildarî kuştina Gulistan Doku lêpirsînek berfireh da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 13 kes hatin destserkirin û ji van kesana 10 jê hatin girtin.

Walî Tuncay Sonel li Erziromê ye

Yek ji kesên ku di bin çavan de ye, Walîyê wê demê yê Dersîmê Tuncay Sonel e. Sonel di 17’ê mehê de li Xarpêtê hatibû destserkirin û piştre biribûn Erziromê. Serdozgeriya Komarê ya Erziromê bi sûcdariya “tunekirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc” lêpirsînê li dijî wî dimeşîne.

Dema Destserkirinê Hat Dirêjkirin

Rojnameger Metin Yoksu ragihand ku dema destserkirina Tuncay Sonel rojekê din hatiye dirêjkirin. Li aliyê din, parêzerê malbata Doku serî li dozgeriyê da û daxwaza girtina Tuncay Sonel û hevjîna wî kir.

Lêpirsîna li ser dosyeyê bi hûrgulî berdewam dike.

Li Sêrtê Felaketa Lehiyê: 100 Donim Baxçeyê Fistiqan Di Bin Lehiyê De Ma
Mordem Zel: Di Çapemeniya Kurdî de Pirsgirêka Navên Cihwar û Rastiya Dîrokî

Nûçeyên Sereke