Operasyona Nîvê Şevê: Şaredar Onursal Adiguzel jî di nav de 18 Kes Hatin Binçavkirin

Nûçe

🔴​Operasyona Nîvê Şevê li Şaredariya Atasehîrê: Şaredar Onursal Adiguzel jî di Nav de 18 Kes Hatin Binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê ve bi îdiaya “wergirtina bertîlê” di karên îhale, îmar û îskanê yên Şaredariya Atasehîrê (CHP) de hatibû destpêkirin de, li Stenbolê bi ser 45 navnîşanan de operasyoneke hemwext hat kirin. Di operasyonê de, Şaredar Onursal Adiguzel jî di nav de 18 gumanbar hatin binçavkirin.

Daxuyaniya Serdozgeriyê: Bi 3 Sûcên Cuda Lêpirsîn Hat Destpêkirin

​Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê; li ser îhbarên ku Şaredarê Atasehîrê Onursal Adiguzel, Alîkarên Şaredar Birkan Birol Yildiz, Orhan Aydogdu û Oguz Kaya û her wiha midûrên yekeyên peywendîdar û xebatkarên şaredariyê di karên îhale, îmar û îskanê de bertîl girtine, bi sûcên “wergirtina bertîlê”, “avakirin, birêvebirin û endambûna rêxistina sûc” û “fesadiya di îhaleyê de” lêpirsîn hat destpêkirin.

​Di çarçoveya lêpirsînê de raporên MASAK’ê û qeydên HTS ên gumanbaran hatin bidestxistin. Hat tespîtkirin ku di karûbarên îskan û destûra avahiyan de li beramberî bertîlê kar hatiye kirin. Di encama xebatên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî ya Stenbolê de, hêmanên sûc û avahiya organîzasyonê bi hûrgulî hatin eşkere kirin.

Îdia: “Bi Mîlyonan Dolar Bertîl Hatiye Girtin”

​Di lêkolînan de hat diyarkirin ku ji fîrmayên di nav sînorên Şaredariya Atasehîrê de ne, di berdêla destûra avahî û îskanê de bi mîlyonan dolar bertîl hatiye girtin. Hat tespîtkirin ku rayedarên şaredariyê û xwediyên hinek fîrmayan bi hev re tevgeriyane, mîqdara bertîlê li gorî taybetmendiya projeyan hatiye diyarkirin û bertîla hatî girtin li gorî meqam û rayeya di hundirê şaredariyê de hatiye dabeşkirin.

Operasyona Hemwext ji bo 45 Navnîşanan

​Ji bo deşîfrekirina çalakiyên rêxistina sûc, bidestxistina delîlan û girtina gumanbaran, li Stenbolê bi ser 45 navnîşanan de operasyoneke hemwext hat lidarxistin. Di operasyonê de Şaredar Onursal Adiguzel jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.

​Lîsteya kesên ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya Şaredariya Atasehîrê de hatine binçavkirin:

Onursal Adiguzel – Şaredarê Atasehîrê

Birkan Birol Yildiz – Alîkarê Şaredarê Atasehîrê

Oguz Kaya – Alîkarê Şaredarê Atasehîrê

Orhan Aydogdu – Alîkarê Şaredarê Atasehîrê

Murteza Kutluk – Midûrê Karên Darayî yê Şaredariyê

Alpay Arslan – Midûrê Kalema Taybet a Atasehîrê

Aysun Gokçen – Midûra Kontrola Avahiyan a Atasehîrê

Basri Onur Dedetaş – Midûrê Ruhset û Kontrolê yê Atasehîrê

Nimet Karademir – Midûra Plan û Projeyan a Atasehîrê

Gulbîn Ergunay – Midûra Ruhseta Îmarê ya Şaredariyê

Ezgi Nur Yılmaz – Midûra Îmara Avahiyan

Asli Sevinç Afat – Mîmara Şaredariya Atasehîrê

Mehmet Yilmaz – Alîkarê Komîserê Zabiteyan ê Atasehîrê

Çaglar Kaya – Şofêrê Birkan Birol Yildiz 

Dogancan Topal – Şofêrê Onursal Adiguzel 

Mesut Bayram – BAO Yapı Ltd. Şti.

Fatih Velioglu – Proce Mimarlik (Mîmarî)

Haydar Battal – Xebatkarê Şaredariyê

Murat Gerger – MG Yapı

Van jî bibîne

 

Amedspor li Bandirmayê Di Rêya Şampiyoniyê de Sibê li Fetlaneka Krîtîk e
Qalîbaf: “Tengava Hurmizê Vekirî Namîne”

Nûçeyên Sereke