Erdogan û Şerif li Ser Rewşa Îran û Herêmê Civiyan

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Cumhurbaşkanê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Antalyayê bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif re civiya. Di hevdîtinê de peyama “ji bo aştiya li Îranê em ê hewil bidin agirbest dirêj bibe” derket pêş.

Cumhurbaşkanê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya “Forumê Dîplomasiyê ya Antalyayê” de bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif re hevdîtinek pêk anî. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, di civînê de têkiliyên dualî, pêvajoya agirbestê ya li Îranê û mijarên herêmî hatin nirxandin.

“Ji bo Agirbesta li Îranê Em ê bixebitin”

Erdogan di dema qebûlkirinê de bal kişand ser aloziya li Îranê û diyar kir ku Tirkiye ji roja yekem ve li aliyê aştiyê ye. Erdogan pesnê hewildanên Pakistanê yên ji bo agirbestê da û wiha got:

“Hewildan û serkeftina Pakistanê ya di dabînkirina agirbestê de ji aliyê hemû cîhanê ve tê teqdîrkirin. Heta ku li Îranê aştiyeke mayînde pêk tê, em ê ji bo dirêjkirina agirbestê xebatên xwe bidomînin.”

Pêdiviya bi “Mîmariya Ewlehiyê ya Nû”

Erdogan destnîşan kir ku krîza niha nîşan dide ku herêmê pêdivî bi mîmariyeke nû û xurt a ewlehiyê heye. Her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku wezîrên derve yên Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir û Pakistanê li Antalyayê di nav peywendiyeke nêz de ne.

Mijara Xezeyê û Çareseriya bi Du Dewletan

Di hevdîtinê de rewşa Xezeyê jî di rojevê de bû. Erdogan diyar kir ku xurtkirina agirbesta li Xezeyê girîng e û destnîşan kir ku divê aloziyên li herêmê nebin sedema paşxistina azadiya Filîstînê û çareseriya bi du dewletan.

Piştgiriya ji bo Pakistanê

Di dawiyê de Erdogan destnîşan kir ku aramî û bextewariya Pakistanê ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsgirêkên Pakistanê yên bi cîranên wê re, Tirkiye her tim amade ye bi rêya diyalogê piştgiriyê bide.

Van jî bibîne

 

Qalîbaf: “Tengava Hurmizê Vekirî Namîne”
Trump: Me Bombekirina Libnanê li Îsraîlê Qedexe Kir

Nûçeyên Sereke