Di Forûma BELFOR’ê de Ji Şaredariya Peyasê Serkeftineke Mezin

JinNûçe

🔴Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Şaredariya Peyasê, di Forûma Şaredariyan a BELFOR’ê de wekî mînaka xebateke “serkeftî û hilbijartî” hate qebûlkirin.

NÛPEL – Forûma Şaredariyan a bi navê BELFOR, ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve tê organîzekirin, li paytext Enqereyê dest pê kir. Di forûmê de ku armanca wê naskirin û belavkirina projeyên afirîner ên şaredariyan e, xebata Şaredariya Peyasê ya ji bo jinan baleke mezin kişand.

Di Nav Gelek Projeyan de Hate Hilbijartin

Di çarçoveya forûmê de, xebatên ku bi awayekî herî bi bandor bersivê didin pêdiviyên civakê hatin nirxandin. Di encama vê nirxandinê de, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Peyasê ku li ser bingeha Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê xebatên xwe dimeşîne, wekî mînaka herî baş û serkeftî hate destnîşankirin.

Pêşkêşiyeke Taybet Hate Kirin

Alîkarên Hevşaredarên Şaredariya Peyasê û xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan beşdarî forûmê bûn û derbarê pirtûkxaneyê de pêşkêşiyek berfireh kirin. Şandeya Peyasê di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser:

Armancên avakirina pirtûkxaneyê.

Taybetmendiya pirtûkxaneyê ku tenê li ser berhemên jinan hûr dibe.

Bandora wê ya li ser hişmendiya civakî û têkoşîna jinan.

Ne Tenê Pirtûkxane, Navenda Parastina Dîroka Jinê ye

Beşdarên forûmê eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkxaneyê dan. Hat diyarkirin ku ev der ne tenê cihê xwendinê ye; di heman demê de navendeke girîng a parastin û belavkirina zanyariyên derbarê dîrok, ked û têkoşîna jinan e.

Hilbijartina vê pirtûkxaneyê di platformeke navneteweyî mîna BELFOR’ê de, wekî nîşane û encama xebatên serkeftî yên polîtîkayên jinan ên Şaredariya Peyasê hate nirxandin.

 

Van jî bibîne

 

Desteya Mafên Mirovan: Xemsariya nexweşxaneyan bû sedema mirina Xezalê
Li Babûl Mendebê Alarma Sor: ‘Li Şeş Aliyên Xwe Binêrin’

Nûçeyên Sereke