Bîhna Şer Ji Karayîbê Tê: Trump Çav Berdaye Havanayê!

CîhanNûçe

🔴 NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Piştî daxuyaniyên serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê Kûbayê de, li Washingtonê amadekariyên leşkerî ketin rojevê. Trump diyar kir ku dibe ku hedefa wan a nû piştî Îranê, paytexta Kûba Havanna be.

Di korîdorên Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) de dengên operasyoneke leşkerî ya li dijî Kûbayê bilind dibin. Li gorî nûçeya rojnameya USA Today ku sipartî çavkaniyên Pentagonê, rêveberiya Trump êdî ji zextên aborî û ambargoya petrolê derbasî qonaxeke nû ya leşkerî dibe.

Trump: “Girtina Kûbayê wê bibe rûmetek”

Serokê DYAyê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya 13’ê Nîsanê de li Koşka Spî, niyeta xwe ya li ser giravê eşkere kir. Trump ji bo Kûbayê gotinên wekî “rizgarkirin” an jî “desteserkirin” bi kar anîn û wiha axivî:

“Ez bawer dikim ku ez dikarim li wî welatî çi bixwazim bikim. Belkî piştî ku me karê Îranê bi dawî kir, em serdanekê li Kûbayê jî bikin.”

Ev axaftina Trump wekî îşareta vekirina eniyeke nû ya şer hat nirxandin.

Bersiva Kûbayê: Manovraya “Bastion 2026” Dest Pê Kir

Li hemberî gefên Washingtonê, ji Havana bersiveke tund hat. Serokdewletê Kûbayê Miguel Diaz-Canel ji kovara Newsweek re axivî û destnîşan kir ku ew ê li hemberî DYAyê serî neçemînin. Diaz-Canel got: “Em ê xwe biparêzin; mirina ji bo welat, jiyan bi xwe ye.”

Hikûmeta Kûbayê ji bo amadekirina gel û artêşê li dijî mudaxileyeke gengaz, manovraya leşkerî ya berfireh a bi navê “Bastion 2026” da destpêkirin.

Tedbîrên Awarte li Giravê:

Li seranserê welat ji bo teserûfa enerjiyê “rewşa awarte” hat ragihandin.

Hemû yekîneyên parastina sivîl ketin rewşa amadebaşiyê (teyakkuz).

Artêşa Kûbayê li herêmên stratejîk dest bi bicihbûnê kir.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê Rewşa Herêmê û Pêvajoya Siyasî Gotûbêj Kirin
Li Gundê Bacînê Pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê: Bi Hezaran Kes Li Hev Civiyan

Nûçeyên Sereke