🔴NÛPEL – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî Nîk ragihand ku wan di şerê 40 rojên dawî de “serkeftineke mezin” bi dest xistiye û destnîşan kir ku kontrola Tengava Hurmizê dê bi heremî di bin serweriya wan de bimîne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî Nîk, li Qada Herewî ya Tehranê beşdarî kombûneke alîgirên hikûmetê bû û derbarê geşedanên dawî yên leşkerî û siyasî de daxuyaniyên girîng dan. Nîk îdia kir ku planên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo lawazkirina Îranê “şikestin xwariye”.
‘7 Serkeftinên Mezin’
Riza Telayî Nîk diyar kir ku bi piştgiriya “eniya berxwedanê” wan di şerê dawî de 7 serkeftinên stratejîk bi dest xistine. Berdevkê wezaretê ev xalên ku wekî “şikestina dijmin” bi nav kirin, bi vî rengî rêz kirin:
Hêza Leşkerî: Şikestina dijmin a di rûbirûbûna hêza leşkerî ya Îranê de.
Sîstema Siyasî: Têkçûna hewldanên ji bo rûxandina Komara Îslamî.
Parastina Axê: Parastina yekparçeyiya axa Îranê û pûçkirina planên parçebûnê.
Asayîşa Navxweyî: Bêencammana hewldanên ji bo derxistina tevliheviyên navxweyî.
Dîplomasî: Şikestina hevpeymaniya navneteweyî ya ku li dijî Îranê hatibû avakirin.
Yekrêzî: Bihêzbûna yekrêziya niştimanî li hemberî hewldanên dubendiyê.
Tengava Hurmizê: Têkbirina her cure destwerdanên biyanî di tengavê de.
Sê Armancên Stratejîk: ‘Cezakirin û Qerebûkirin’
Telayî Nîk bal kişand ser wê yekê ku tevî serkeftinan, sê armancên wan ên sereke hîn mane ku werin bicihanîn. Wî destnîşan kir ku ew ê van armancan yan li qada şer yan jî bi riya dîplomasiyê bi dest bixin:
Cezakirina kesên ku destdirêjî kirine.
Wergirtina qerebûya zererên ku gihîştine Îranê.
Jiholêrakirina hemû gefan ji bo dabînkirina asayîşeke mayînde.
‘Hêza Asmanî ya Dijmin hat Têkbirin’
Berdevkê Wezareta Parastinê di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku wan derbeke giran li hêza asmanî ya aliyê beramber xistiye. Nîk got: “Balafirên wan ên şer ên herî bipêşketî li asman hatin nêçîrkirin û beşeke mezin a wan jî di nav baregehên wan ên leşkerî de hatin têkşkandin.”
Di daxuyaniyê de hat dubarekirin ku Îran tu carî dest ji kontrola Tengava Hurmizê bernade û ev yek wekî “mafê wan ê heta hetayê” hate pênasekirin.
/Nûçeyên Cîhanê/










