Bulent Tekin: Goştê Komonîst: Geşedan, Dîrok û Tunebûna li ser Sifreya Me

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Goşt, bi rastiyeke ku bi giştî tê qebûlkirin, xwarineke wusa ye ku hem bi tama xwe bang li dev û lêvan dike, hem jî ji bo geşedana laşî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Lê belê îro, bi taybetî ji bo tebeqeyên xizan, veguheriye luksereke ku dest nagiheyê. Mimkun e ku mirov vê rewşê ne tenê wekî daneyek aborî, lê bi perspektîfeke çep, ango bi nêrîna materyalîst a dîrokî ya sosyalîzmê bixwîne.

Ev rêzikên ku fîlozof û sosyalîstê Alman Friedrich Engels di sala 1876an de nivîsandine, rola xwarinê ya di peresîna (evrîm) mirov de bi rengekî balkêş kurtebirî dike:

“Ked, bi çêkirina amûran dest pê dike… Lê belê eger nêçîrvanî û masiyan girtin hebe, divê mirov ji xwarina tenê nebatî derbasî xwarina goşt bûbe; ev jî di pêvajoya derbasbûna ji meymûn ber bi mirov de gaveke din a girîng e. Rejîma goşt, hêmanên bingehîn ên ku metabolîzma jê re hewcedar e, hema hema bi rengekî amade di nav xwe de dihewîne. Bi kurtkirina dema hezimkirinê, pêvajoyên din ên nexwestî yên laş lezandiye; bi vî rengî ji bo jiyaneke aktîf dem û enerjiyeke zêdetir ji mirov re qezenc kiriye.

Rejîma goşt bandora xwe ya herî mezin li ser mejî nîşan daye; mejiyê ku êdî bi rengekî hîn hûr û gur digihîje maddeyên ji bo xwedîkirina wî hewce ne, karibûye ji nifşekî bo nifşekî din bi leztir û kamilter geş bibe. Bi hemû rêza xwe ya ji bo vejetaryenan re dibêjim; mirovahî bêyî rejîma goşt nedikarî bigihîje asta xwe ya îro.”

Vegotina Yamyamtî û Şaristaniyê

Xaleke din a ku di metna Engels de balê dikişîne, mijara yamyamtiyê (mirovxwarin) ye. Bi salan, bi zimanekî mêtinger, “yamyamtî” tenê wek “wehşeteke” aîdî civakên Afrîkayê hat nîşandan. Lê belê Engels diyar dike ku heta bav û kalên Berlîniyan, ango Weletabiyan jî heta sedsala 10an ev pratîk berdewam kirine; bi vî awayî nîşan dide ku ev rewş ne bi coxrafyayê re, lê bi qonaxên geşedana dîrokî re têkildar e. Yanî di kokên Ewropaya “şaristane” de jî ev pêvajoyên biêş hene.

Tirkiyeya Îro: Tunebûna Goşt a wekî Sinifî

Di xala ku em îro gihîştinê de, rewş bûye trajedî. Ji ber sedemên aborî yên eşkere, êdî girê girên gel, çi Kurd bin çi Tirk bin, nikarin goşt bixwin. Proteîna heywanî ya ku Engels wek “amûra azadbûna mirov” didît, îro ji bo çînên xizan bûye xeyalek.

Nexwe, ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe? Gelo çareserî bi rastî di sosyalîzmê de ye?

Perspektîfa sosyalîst diparêze ku xwarin ne amûreke qezencê (kar), lê mafekî bingehîn e. Eger di civakekê de proteîn û xwarina biqalîte tenê bûbe îmtiyaza komeke taybet, ev tê wê wateyê ku li wir nexweşiyeke biyolojîk (biolocic inequality) jî tê avakirin.

Çareserî; di pergalekê de ye ku hilberîn li gorî hewcedariya gel tê plankirin, xwedîkirina heywanan ne ji bo rantê lê ji bo geşedana civakê tê piştgirîkirin û goştê ser sufreyê ji “nîşaneya sinifî” tê derxistin. Ew “pêvajoya azadbûna mirov” a ku Engels bal kişandibûyê, îro tenê dikare bi pergaleke adil ku her kes tê de bigihîje xwarina saxlem, were temamkirin.

/Bulent Tekin/

 

 

Van jî bibîne

 

HSD û Şam dîlan bi hev diguherînin: 490 kes hatin berdan
Nizar Amêdî bû Serokkomarê Nû yê Iraqê

Nûçeyên Sereke