Uçarcan: Hewldanên ji bo perçekirina Elewiyan dê Bêencam Bimînin

Nûçe

🔴NÛPEL – Serokê Şaxa Antalyayê ya Komeleyên Çanda Elewî (AKD) û Sekreterê Giştî yê AKDê Kazim Uçarcan, li dijî vexwendinên Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan ku bi rêya gerîna li cemxane û saziyên Elewiyan pêk tîne, bertek nîşan da. Uçarcan anî ziman ku ev cure hewildan, ji bo perçekirina Elewiyan “hewldanên pûç” in.

Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan ku di navenda nîqaşan de ye û civaka Elewî wekî “Diyaneta Elewiyan” pênase dike, mudaxileyên xwe yên li ser serdanên Elewiyan, gund, sazî û cemxaneyan didomîne.

Kazim Uçarcan derbarê çalakiyên vê saziyê de axivî. Uçarcan li ser vexwendinên bi navê Ali Arif Ozzeybek –ku yek ji damezrînerên vê saziya girêdayî Serokkomariyê ye– têne kirin, diyar kir ku ew li qadên birêxistinkirî hewl didin van lîstikan pûç bikin.

Uçarcan destnîşan kir ku di çarçoveya bernameya Serokkomariyê ya 2yê Nîsanê de ji aliyê Ali Arif Ozzeybek ve hatiye gerîn û wiha got: “Ji min re got ku dikare me bibe kuliye (koşk) huzura Serokkomar. Min jî jê re got ku em nikarin îcabetî bernameyeke wisa bikin, federasyona me heye û ji ber vê yekê min rica kir ku li me û saziyên mîna me negerin.”

“WEK NAVENDA GIŞTÎ EM TAM LI SER RÊXISTINÊN XWE NE HAKIM IN”

Uçarcan bal kişand ku piştî wî li gelek saziyên Elewiyan hatiye gerîn û got: “Ji parvekirinên min ên li ser rûpelên medya civakî veger çêbûn. Li gelek deran geriyane. Saziyên ku qebûl kirine jî hene. Ji ber ku em hîn tam ne hakimî hemû komeleyên xwe yên avakirî ne. Hîn yekitiyeke tam nehatiye avakirin.”

Uçarcan anî ziman ku hinek kes bi van pêşniyaran dixapin û wiha domand: “Hinek hene ku xwe ‘biqedr’ hîs dikin. 3-5 sandalye û maseyan didin wan û dûre hesabê vê yekê digirin. Propaganda dikin ku ‘me alîkariya ewqas saziyên Elewiyan kiriye’.”

“HEWLDANÊN SEROKATIYA ÇANDA ELEWÎ-BEKTAŞÎ Û CEMXANEYAN ÊN JI BO PERÇEKIRINA ELEWIYAN PÛÇ IN

Uçarcan diyar kir ku kesên di nav Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan de dixebitin, xwe wekî “pisporên cemxaneyan” didin naskirin. Uçarcan got: “Em hemû hewildana xwe seferber dikin. Em vê saziyê, vê pergalê nas nakin. Di encamê de em Ali Arif Ozzeybek, Ali Riza Ozdemir û Esma Ersin pir baş nas dikin. Ev hewildan, hewildanên pûç in. Em ê bi rêxistinên xwe, bi hêza ku em ji endamên xwe, ji têgihiştina Rêya xwe û ji canên xwe digirin, bi berxwedanî li ser rêya xwe berdewam bikin.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Ji Yehya Omerî kitêbeke nû: Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha
Mordem Zel: Keleha Ribatê: Sê Nav û Sê Warên Dîrokî

Nûçeyên Sereke