Nêçîrvan Barzanî: Çareseriya krîza Îranê ne leşkerî ye; Amerîkayê behsa ‘guhertina rejîmê’ nekiriye

Nûçe

🔴HEWLÊR (Nûpel) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Corriere della Sera ya Îtalyayê, helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî aloziyên herêmî, peywendiyên bi Bexdayê re û serdana xwe ya bo Vatîkanê eşkere kir. Barzanî destnîşan kir ku pirsgirêkên li herêmê bi rêyên leşkerî nayên çareserkirin û Herêma Kurdistanê naxwaze bibe parçeyek ji şer.

“Guhertina rejîmê bi bombebarana asmanî nabe”

Nêçîrvan Barzanî derbarê aloziyên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de diyar kir ku ti çareseriyeke leşkerî ji bo krîza Îranê tune ye. Barzanî got: “Amerîkiyan ti carî behsa guhertina rejîma Tehranê ji me re nekiriye. Bala wan zêdetir li ser rawestandina bernameya atomî û mûşekî ya Îranê bû.”

Barzanî her wiha anî ziman ku guhertina rejîmê bi operasyonên asmanî “ne mimkun e” û bal kişand ser taybetmendiya siyasî ya Îranê:

“Pergala Îranê tevlîheviyeke bêhempa ya dîn û neteweperweriyê ye. Mixalefet jî li hundir ne xwedî serkirde û rêxistineke bi hêz e.”

Rexne li Bexdayê: “600 carî êrişî me kirin”

Serokê Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hemberî hikûmeta navendî ya Îraqê anî ziman û Bexda bi “bêdengî û sstiyê” ya li hemberî mîlîsan tawanbar kir. Barzanî eşkere kir ku ji destpêka şerê herêmî ve zêdetirî 600 carî bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û got: “Heger Îraq mîlîsan kontrol neke, aramî pêk nayê.”

Enerjî û Aborî: Kapasîteya petrolê dikare bibe 700 hezar bermîl

Di mijara hinartina petrolê de, Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê di demên krîtîk de (wek girtina Tengava Hurmizê) amade ye bibe alternatîfek ji bo veguhastina petrola Îraqê. Wî destnîşan kir ku niha rojane 200 hezar bermîl petrol tê hinartin, lê kapasîteya wan heye ku vê mîqdarê derxin 700 hezar bermîlan.

Peywendiyên bi Îtalya û Vatîkanê re

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku di navbera 18-20ê Gulanê de dê li Vatîkanê ligel Papayê nû bicive. Barzanî bal kişand ser parastina pêkhateyên dînî û Xiristiyanan li Kurdistanê.

Di dawiya axaftina xwe de, Barzanî spasiya hêzên Îtalyayê kir ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkar bûn û daxwaz kir ku pisporên leşkerî yên Îtalyayê ji bo rahênana (perwerdekirina) Hêzên Pêşmerge vegerin herêmê. Barzanî daxwaz kir ku peywendiyên bi Romayê re ji qada leşkerî derbasî qada aborî û pîşesaziyê bibin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Her Kevirek Sed Wate: Fesîh Gundogar Dîroka Beriya 100 salan a Sûran Zindî Dike
Melenia cara yekem li ser dosyeya Epstein axivî

Nûçeyên Sereke