🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî derbarê agirbesta demkî ya bi navbeynkariya DYAyê û geşedanên herêmî de daxuyaniyên girîng da. Beqayî destnîşan kir ku bidofandina şerê li Libnanê parçeyekî bingehîn û jêneveger ê peymana agirbestê ye.
Berdevk Beqayî, êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê bi tundî şermezar kirin û bal kişand ser kûrahiya têkiliyên herdu gelan. Beqayî got: “Hevgirtin û empatiya di navbera gelên Îran û Libnanê de, di tu serdemên dîrokê de wekî îro ne mezin bûye.”
“DYA’yê soz daye ku şer rawestîne”
Beqayî di nirxandina xwe ya li ser naveroka agirbesta demkî de diyar kir ku DYAyê soz daye ku li hemû eniyan, di nav de Libnan jî heye, şer bide rawestandin. Beqayî destnîşan kir ku eger gavên li dijî van sozan werin avêtin, ev tê wê wateyê ku DYA berpirsyariyên xwe bi cih neaniye.
Her wiha, Berdevkê Îranî bi bîr xist ku Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî di heman çarçoveyê de daxuyanî dane û ev yek girîngiya pêvajoyê nîşan dide.
Hevdîtinên li Îslamabadê di rojevê de ne
Li ser pirsa derbarê cih û dema muzakereyên ji bo agirbesteke mayînde, Beqayî bal kişand ser vexwendina Pakistanê. Beqayî ragihand ku banga ji bo civîna li Îslamabadê niha di qonaxa nirxandin û plankirinê de ye.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Îsmaîl Beqayî dubare kir ku mayîndebûna agirbestê bi dilsoziya DYAyê ya li ser sozên xwe ve girêdayî ye, bi taybetî jî li ser eniya Libnanê.
/Nûçeyên Cîhanê/










