Zêrîngir Akkul: Bi Bihabûna Zêr re Daxwaz jî Zêde Dibe

AboriNûçe

🔴AMED (Nûpel) – Bi gurrbûna şerê li Rojhilata Navîn û bi taybetî aloziyên li dora Îranê, guherîna bihayê zêr bû rojeveke sereke. Serokê berê yê Odeya Zêrîngirên Amedê, Mustafa Akkul, derbarê rewşa bazarê de ji Nûpelê re axivî û got: “Em pêşbînî dikin ku bihayê zêr hîn bêtir bilind bibe.”

Bandora Şer û Petrolê li ser Zêr

Ji destpêka aloziya di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de, ji ber metirsiya girtina Tengava Hurmizê, bihayê petrolê bi awayekî berbiçav bilind bû. Ev rewş bû sedema fikarên derbarê zêdebûna enflasyonê de û bandoreke rasterast li ser nirxê zêr kir.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku onsa zêr di 29ê Kanûna Paşîn a îsal de gihîştibû asta xwe ya herî bilind a dîrokî (nêzî 5600 dolarî). Piştî girtina firotinan û bandora şer, bihayê zêr daxistineke demkî dît, lê piştî sekinandina şer careke din ber bi bilindbûnê ve çû. Dûh bihayê zêr zêdetirî 110 dolaran zêde bû û onsa zêr bi derdora 4813 dolaran hat kirîn û firotin.

“Li Herêma Me Zêr Çand û Veberhênan e”

Mustafa Akkul bal kişand ser taybetmendiya herêmê û daxwaza xelkê ya ji bo zêr û wiha berdewam kir:

“Di rewşên asayî de, di her şer û pevçûnekê de zêr biha dibe. Lê di vê şerê dawî de rewşek berovajî çêbû; beriya şer zêr lûtke dît, di dema şer de daket û piştî şer dîsa biha bû. Li herêma me zêr ne tenê aborî ye, di heman demê de beşek ji çand û edetên me ye.”

Akkul destnîşan kir ku berevajî her derê, li herêmê dema zêr biha dibe daxwaza kirînê zêdetir dibe:

“Ev tiştekî ecêb e, lê xelk wisa bawer dike ku nirxê wê her ku diçe zêdetir dibe. Ez wekî pêşniyar dikarim bêjim; bila her kes zêr bistîne. Zêr tu carî bêqîmet nabe û her dem nirxê xwe diparêze.”

Dayikên Aştiyê bang kirin: “Li hemberî êrişan bêdeng nemînin”
Parêzgarê Hewlêrê û Konsulê Tirkiyeyê Civiyan: Di Sîstema Vîzeyê de Guherînek Heye?

Nûçeyên Sereke