IMF: Şerê li Rojhilata Navîn Dê Aboriya Cîhanê Hêdî Bike û Enflasyonê Berz Bike

CîhanNûçe

🔴Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva hişyarî da ku şerê li Rojhilata Navîn dê bibe sedema kêmbûna mezinbûna aborî û zêdebûna enflasyonê li ser asta cîhanê.

NÛPEL – Seroka IMF’ê Kristalina Georgieva, roja Duşemê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û bal kişand ser bandorên neyînî yên pevçûnên li Rojhilata Navîn. Georgieva diyar kir ku ev geşedan beriya rapora nû ya “Pêşbîniyên Aboriya Cîhanê” ya ku hefteya bê were weşandin, nîşanên xeteriyê dide.

“Hemû Rê Ber bi Enflasyonê ve Diçin”

Georgieva destnîşan kir ku ger ev şer tune bûya, wan li benda baştirbûneke piçûk a aboriyê bûn û wiha got:

“Heke ev şer tune bûya, me dê di pêşbîniyên xwe yên mezinbûnê de başbûneke piçûk bidîta. Lê belê niha di rewşa heyî de, hemû rê ber bi bihayên bilindtir û mezinbûna hêdîtir ve diçin.”

Pêşbîniyên Beriya Şer

Li gorî daxuyaniyên Georgieva, IMF’ê beriya şer pêşbînî dikir ku aboriya cîhanê di sala 2026’an de bi rêjeya %3,3 û di sala 2027’an de jî bi rêjeya %3,2 mezin bibe. Lê belê şer ev hevsengî xira kirin.

Senaryoyên li Ser Pêşerojê

Seroka IMF’ê bal kişand ser du xalên girîng:

Ger şer zû bi dawî bibe: Dîsa jî dê di pêşbîniyên mezinbûnê de “daketineke piçûk” û di enflasyonê de “zêdebûnek” pêk were.

Ger şer dirêj bike: Bandora li ser enflasyon û mezinbûnê dê pir girantir û wêrankertir be.

Bangên Alîkariyê yên ji Bo IMF’ê

Georgieva eşkere kir ku hin welatan ji bo piştgiriya darayî serî li wan dane, lê navên wan welatan eşkere nekir. Hat ragihandin ku IMF ji bo birînên aborî yên welatan bipêçe, dikare bernameyên xwe yên deyndayînê yên heyî berfirehtir bike.

/Çavkanî: Reuters/

Van jî bibîne

 

Hatimogullari: ‘Em dixwazin mala Ocalan bibe muze’

Nûçeyên Sereke