🔴NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê egera şerekî li gel Îranê de peyamekî girîng arasteyî hêzên Kurd kir û hişyarî da ku xwe ji pevçûnan dûr bixin.
“Dê Mirinê Ji Bo Xwe Bînin”
Donald Trump li Ofîsa Oval bersiva pirsên Rêveberê Nivîsgeha Rûdawê ya Washingtonê, Diyar Kurde da. Trump di daxuyaniya xwe de bi eşkereyî diyar kir ku ew naxwaze Kurd di şerekî gengaz ê li dijî Îranê de cih bigirin.
Trump bal kişand ser metirsiyên li ser jiyana pêşmerge û şervanên Kurd û got:
“Ez dixwazim ew dûr bikevin çimkî ez di wê baweriyê de me ku dê hinek pirsgirêk ji wan re pêk werin. Ez nafikirim… mebesta min ew e ku ew dê mirinê ji bo xwe bînin. Loma ez dixwazim ew dûr bikevin.”
Parastina Helwesta Berê
Ev daxuyaniya Trump nîşan dide ku ew hîn jî li ser heman nêrîna xwe ya berê ye. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku tevlîbûna Kurdan di şerê Îranê de ne di berjewendiya wan de ye û dê encamên giran û binkeftineke mezin bi xwe re bîne.
Ev hişyariya Trump di demekê de tê ku rageşiya di navbera Washington û Tehranê de her ku diçe zêdetir dibe û çavê cîhanê li ser stratejiya Amerîkayê ya li herêmê ye.










