Koreya Başûr ji bo petrolê rêyeke nû diyar kir: Şandina bi ser Deryaya Sor re hat destûrkirin

Nûçe

🔴Ji ber rageşiya li Tengava Hurmizê ya ku ji encama şerê di navbera Deryaya Sor û Îranê de derketiye, Koreya Başûr biryar girt ku nefta xwe ya ji Erebistana Siûdî bi ser Deryaya Sor re veguhêze.

NÛPEL – Hikûmeta Koreya Başûr, ji bo ewlehiya enerjiyê ya welatê xwe li hemberî krîza li Tengava Hurmizê gava nû avêt. Di civîna kabîneyê ya ku bi serokatiya Serokdewlet Lee Jae Myung pêk hat de, biryar hat girtin ku şandina nefta xav bi ser Deryaya Sor re bê kirin.

Plan: Ji bîrên neftê heta Bendera Yanbu

Li gorî nûçeya The Korea Herald, Wezîrê Okyanûs û Masîvaniyê yê Koreya Başûr Hwang Jong-woo hûrguliyên planê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniya Hwang:

Petrola xav a ku li rojhilatê Erebistana Siûdî tê derxistin, dê bi boriyan (pipelines) ber bi Bendera Yanbu ya li ser Deryaya Sor ve bê şandin.

Ji wê derê jî dê bi tankerên ku şertên ewlehiyê pêk tînin ber bi Koreya Başûr ve bên sewqkirin.

“Em neçar in hinek rîskê qebûl bikin”

Serokdewlet Lee Jae Myung di civînê de bal kişand ser kurbûna krîza enerjiyê ya cîhanê û got: “Ji ber ku rêyên alternatîf ên îthalatê kêm in, ji bo em karibin dabînkirina enerjiya welêt garantî bikin, em neçar in di astekê de rîskê qebûl bikin.”

Çima Hurmiz hat girtin?

Tengava Hurmizê ku dergeha herî girîng a neft û gaza xwezayî (LNG) ya Rojhilata Navîn e, ji ber şerê navbera DY-Îsraîl û Îranê bi awayekî fîîlî hatiye girtin. Ev rewş bûye sedema krîzeke mezin di bazara enerjiyê ya cîhanê de û welatên wekî Koreya Başûr neçar mane ku rêyên nû û alternatîf peyda bikin.

/Çavkanî: ÎlkeTV/

Van jî bibîne

 

Wezareta Pêşmergeyan: Şeva borî bi 4 dronan êrişî baregeheke me hat kirin
Li Enqereyê Civîna Krîtîk: Şandeya CHP’ê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ye

Nûçeyên Sereke