Di 35 Rojên Şer de 85 Baregehên Heşdî Şebiyê Hatine Bombekirin

Nûçe

🔴NÛPEL – Ji destpêka şerê hevbeş ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê (28ê Sibatê), li parêzgehên cuda yên Îraqê baregeh û xalên kontrolê yên Heşdî Şebiyê 85 caran hatine hedefgirtin. Di encama van êrişên hewayî de ku Amerîka û Îsraîl pê tên tawanbarkirin, 74 çekdar hatine kuştin û 65 çekdar jî birîndar bûne. Di nava kuştiyan de fermandarên pilebilind ên operasyonên Heşdî Şebiyê jî cih digirin.

Armancên Sereke: Ketaîbên Hizbulah û Nînowa

Li gorî daneyên fermî, zêdetirî 25 lîwayên cuda bûne armanc, lê hinek ji wan bêtir rastî êrişan hatine:

Ketaîbên Hizbulah: Bi 9 êrişan di rêza yekem de ye. Bi taybetî Lîwayên 45 û 47 ên li Enbarê hatine hedefgirtin.

Lîwaya 30 (Heşdî Şebekan): 5 caran li Deşta Nînowayê hatiye bombekirin.

Lîwaya 31 (Rîsalyûn): 3 caran rastî êrişan hatiye.

Di warê erdnîgariyê de, Nînowa bi 13 êrişan parêzgeha herî zêde hatiye bombekirin e. Piştî wê Enbar (11), Babîl (7), Selahedîn (6), Kerkûk (4) û herêma Curf el-Sexer tên.

“Muqaweme”: Me 772 Êriş Pêk Anîn

Li aliyê din, koma sîwanî ya bi navê “Muqawemeya Îslamî ya li Îraqê” bîlançoya xwe ya 35 rojan eşkere kir. Ev komên ku nêzîkî Îranê ne, îdia dikin ku di vê heyamê de 772 êriş bi rêya dron û mûşekan pêk anîne.

Xalên girîng ên amarên Muqawemeyê:

Armanc: Herêma Kurdistanê û navendên dîplomatîk ên li Îraqê.

Rojên herî dijwar: 17ê Adarê bi 47 êrişan roja herî çalak bû. 12ê Adarê bi 13 êrişan roja herî kêm bû.

Êrişên dawî: Tenê di 24 saetên dawî de (heta sibeha 4ê Nîsanê) 19 êrişên nû hatine kirin.

Komên wekî “Seraya Ewliya Dem”, “Es-habul Kehf” û “Ewliyaulah” piraniya çalakiyên li dijî Herêma Kurdistanê girtine ser milê xwe. Dema ku Amerîkayê berê hinek ji van êrişan girtibûn ser xwe, Îsraîlê heta niha li ser êrişên li hundurê Îraqê bêdengiya xwe parastiye.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Komeleya Jîngehê ya Mûzirî: Çiyayê Helê ne firotinê ye, yê gel e!
Bulent Tekin: Ji Zihnîyetê Ber bi Zilmê ve

Nûçeyên Sereke