Karwanê Duyem ê Koçberên Efrînê bi Rê Dikeve

Nûçe

🔴Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê, Mehmûd Xelîl, ragihand ku sibê karwanê duyem ê koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve dikeve rê.

NÛPEL – Mehmûd Xelîl li ser hesabê xwe yê medya civakî (X) daxuyaniyek da û hûrguliyên vegera koçberan parve kirin. Xelîl destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya berpirsiyariya mirovî û erkê neteweyî de tê avêtin û hewldanên ji bo birêxistinkirina vegera koçberan berdewam dikin.

Vegera 200 Malbatan

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, karwanê duyem ji 200 malbatan pêk tê. Ev biryar piştî nirxandina erênî ya karwanê yekem, ku bi silametî gihîştibûn warê xwe, hat girtin.

Dem û Cihê Birêketinê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê bernameya rêwîtiyê de ev agahî dan:

Cihê Komûnê: Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo, Qamişlo.

Dem: Sibê (roja destnîşankirî), saet 06:00’ê sibehê.

Rêgeh: Karwan dê di ser rêya M4 re berê xwe bide bajarê Efrînê.

Mehmûd Xelîl bang li malbatên ku navê wan di lîsteyê de heye kir ku di wextê xwe de li cihê diyarkirî amade bin da ku karwan li gorî bernameyê bi rê bikeve. Xelîl di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku xebatên wan ên ji bo vegereke bi ewle û rêxistinkirî ji bo hemû koçberan dê berdewam bikin.

Van jî bibîne

 

Li Girtîgeha Dumluya Erziromê Binpêkirinên Mafan: Paqijî Weke Sûc Hat Hesibandin!
Îran hişyariya “Şerê Bejayî” da Amerîkayê: ‘Em li benda we ne’

Nûçeyên Sereke